Hêzên HSD'ê di xeta Efrîn-Ezazê de bi pêş de diçin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), gundê Malîkiye yê 7 kîlometre li başûrê Ezazê ye azad kirin û gaveke din nêzî bajar bûn.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), gundê Malîkiye yê 7 kîlometre li başûrê Ezazê ye azad kirin û gaveke din nêzî bajar bûn.
Li kantona Efrînê, şerê di navbera HSD/YPG-YPJ û rêxistinên çete yên bi navê El Nûsra û Ehrar El Şam, bi rojan e dewam dike. Hat hînbûn ku di vî şerî de çeteyan windahiyên giran dane.
Çeteyên ku bi topên hawanê û fuzeyên katûşya êrîşî gundên Basûfanê, Bênê, Cilbêr, Şewarxa û Malîkiye yên li xeta Efrîn-Ezazê kirin, rastî bersiva tund a hêzên HSD'ê hatin. Di şer de gelek çete hatin kuştin.
Temamiya gundê Malîkiye jî ket bin kontrola hêzên HSD'ê. Bi azadbûna Malîkiyeyê re hêzên HSD'ê gaveke din nêzî Ezazê bûn.
Gundê Malîkiye bi qasî 7 kîlometreyan li başûrê Ezazê ye.