Hêzên dewletê ji 4 baskan ve êrîşî taxên Nûr û Cûdî dikin
Hêzên dewleta Tirk ji çar aliyan ve bi tank û çekên giran êrîşî taxên Nûr û Cûdî yên Cizîrê dikin.
Hêzên dewleta Tirk ji çar aliyan ve bi tank û çekên giran êrîşî taxên Nûr û Cûdî yên Cizîrê dikin.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, êrîşên hêzên dewletê bi şev jî dewam kirin. Ji ber topebarana ji tankan hate kirin hin mal hatin şewitandin. Li cadeya Hezexê jî tankên ku hatine bicihkirin wesayît kirin hedef. Di encama topebarana ji tankan de gelek wesayît şewitîn.
Li taxên Cûdî û Nûrê ku êrîş zêde ne ji Tabûra Tank, Girê Evînê, Fabrîkaya Ard û lojmanên polîsan ji çar aliyan ve bi tank û çekên giran ve êrîş tên kirin. Li dijî êrîşan li taxan berxwedana gel jî berdewam dike. Li taxên din jî ji bo piştgiriya taxên di bin êrîşê de ne dirûşme tên qîrîn.