Hêzên dewleta Tirk li Nisêbînê tax dan ber guleyan

Li Nisêbînê taxên Abdûlkardîrpaşa û Yeşîlkent danê êvarî bi deqeyan hatin gulebarandin.

Li Nisêbînê taxên Abdûlkardîrpaşa û Yeşîlkent danê êvarî bi deqeyan hatin gulebarandin.

Li hember taxên berxwedanê yên Nisêbînê ku li dijî êrîşan di berxwedanê de ye, êrîşên qirkirinê dewam dikin. Ji wesayîtên zirxî yên li Cadeya Çagçag û derdora nexweşxaneya kevn hatine bicihkirin danê êvarî taxên Abdûlkadîrpaşa û Yeşîlkent bi deqeyan hatin gulebarandin.

Her wiha danê êvarî li ser Cadeya Lozanê tevgera gelek wesayîtên zirxî hatin dîtin.