Hêzên dewleta Tirk çi dikin nakin nikarin berxwedanê bişikînin!

Li Sûrê "qedexeya derketina derve" mehek li dû xwe hişt. Hêzên dewletê yên nikarin berxwedanê bişikînin, malan dişewitînin. YPS bersivê dide êrîşan, gel jî ji xwe re alternatîfan peyda dike û malên xwe naterikîne.

Li navçeya Amed Surê, "qedexeya derketina derve" di roja 31. de dewam dike. Li hemberî tank û topên hêzên dewleta Tirk, gelê Kurd berxwedana xwe didomîne. Li navçeyê ji ber topbarana ji aliyê taxa Hasirli û Mizgefta Kûrşûnlû hat kirin, gelek xanî şewitîn. Bi danê sibehê re êrîşên li ser taxên Savaş, Fatîhpaşa û Hasirli giran bûn. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî bi xweparastinê re bersivê didin êrîşan.

Li taxa Hasirli bi rojane berxwedaneke mezin tê nîşandan. Hêzên dewletê, ji ber ku nikarin bi tankên mezin bikevin nava navçeyê, bi leşker û tîmên xwe yên taybet re malan dişewitîne û hewl dide bi vî rengî bi pêş de biçin.

'HÊZÊN DEWLETÊ DIBISTAN Û NEXWEŞXANE JI XWE RE KIRINE BAREGEH!'

Leşker û polîsên Tirk nexweşxane û dibistanan dagir dikin û weke baregehê ji xwe re bi kar tînin. Hin dîmenên nû peyda bûn ku nîşan didin, Dibistana Seretayî ya Deriyê Mêrdînê ji aliyê polîs û leşkeran ve hatiye dagirkirin. Hêzên dewletê yên dibistanan ji xwe re weke baregehan bi kar tînin, li ser textê polan nivîsên nîjadperestî yên weke "dora dayîna perwerdeyê ya me ye" û " Ya îstiqlal a mirin" dinivîsîne. Her wiha li hewşa distanê tank, gelek panzer û maşînên zirxî yên bi tîpa akrep hatine bicihkirin.

GEL MALÊN XWE NATERIKÎNE, ALTERANTÎFAN DIAFIRÎNIN

Malbatên li navçeyê, tevî hemû zor û zehmetiyên li wan tên kirin jî malên xwe naterikînin. Şêniyên Sûrê çareseriyên alternatîf peyda dikin, ji bîrê avê derdixînin, li ser tifikê xwarinê çêdikin û ava ji bo xweşuştinê jî bi vî rengî germ dikin.

SÊ CENAZE JI BER DORPÊÇIYÊ NIKARIN BÊN RAKIRIN!

Li aliyê din, cenazeyê zarokê 16 salî yê navê wî nehat zanîn ê di bomberdûmana li taxa Hasirli de jiyana xwe ji dest da û cenazeyên Mesût Sevîptek û Îsa Oran ên berî 9 rojan di encama êrîşên dewletê de jiyana xwe ji dest dan, ji ber dorpêçiyê nikarin werin rakirin.

TANK TÊ VEGUHASTIN

Êrîşên ji bo komkujiyê û dorpêça li ser Sûrê 31 roj in bênavber didome lê tevî hemû êrîşên giran jî hêzên dewletê nekarin berxwedana gel bişkînin. Sewqiyata leşkerî ya li Sûrê îro jî berdewam kir. Tankek bi palet îro sewqî navçeyê hate kirin. Leşkeran tank daxistin Qada Şêx Seîd. Dema tank ber bi Sûrê ve diçû, gelek ambûlans ji aliyê Sûrê hatin. Hate gotin ku di nav ambûlansan de dibe mirî û birîndar hebin.