Hêzên dewleta Tirk bi tankan malên Sûrê bombe dike
Erîşên dewleta Tirk li navçeya Sûrê ya Amedê bênavber didome. Hêzên dewletê bi tang û topan malên li nava Sûrê de bombebaran kir.
Erîşên dewleta Tirk li navçeya Sûrê ya Amedê bênavber didome. Hêzên dewletê bi tang û topan malên li nava Sûrê de bombebaran kir.
Welatiyên li Sûrê dijîn, der barê êrîşên hêzên dewletê de bi riya telefonê agahî dan û diyar kirin ku ew di bin êrîşên tang û topên hêzên dewleta Tirk’dê ne. Welatî ragihand ku hêzên dewletê bi çekên giran li navçeya Sûrê êrîş zêde kirine. Welatî destnîşan kir ku li Bazara Mast bi tank û bombeavêjan bombebaran kirin û agir bi maleke ket. Welatîya daxuyakirin ku, sekvanan li her cîhê Sûrê bi cih bûne û şer dijwar bûyê. Welatî bibîrxist ku ji dengê telsîza polîsan jî agahiyên ku polîs hatine kuştin derbas dibe. Welatîyan bilêv kirin ku, ji dengê têlsiza polîsan hat diyarkirin ku duh li Sûrê leşkerek hatiye kuştin 3 leşker jî bi awayek giran birîndar bûne.