Hêzên AKP'ê li Şirnexê malan xera dikin
Hêzên dewleta Tirk li taxa Cûmhûriyetê hewl dan malan xera bikin. Li ser vê yekê endamên YPS û YPS Jin bersiv dan û şer derket. Gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin.
Hêzên dewleta Tirk li taxa Cûmhûriyetê hewl dan malan xera bikin. Li ser vê yekê endamên YPS û YPS Jin bersiv dan û şer derket. Gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin.
Li qada berxwedana gel Şirnexê, hêzên dewletê bi maşînên kar û kepçeyan re hewl didin yek bi yek xaniyan xera bikin û bi vî rengî bi pêş de biçin.
Hêzên dewleta Tirk li taxa Cûmhûriyetê hewl dan malan bişewitînin. Li ser vê yekê endamên YPS û YPS Jin bersiv dan û şer derket. Gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin.
Di roja 4. a dorpêçî û terora dewleta Tirk a li Şirnexê de, hêzên dewleta Tirk xaniyên ku berê bombe li wan barandibûn yek bi yek xera bikin û bi vî rengî bi pêş de biçin. Hêzên dewletê, ji Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogut û 23. Tuman Sînor a Jendermeyan bi tank û topan bê navber bombeyan li navenda Şirnexê dibarînin. Dewleta Tirk amadekariyan dike ku xaniyan yek bi yek xera bke.
HEWL DIDIN XANIYAN XERA BIKIN
Ji roja destpêkirina qedexeyê û vir ve tax tên bombekirin. Hêzên dewleta Tirk gelek maşînên kar û kepçeyên zirxî anîn taxa Cûmhûriyetê. Li avahiyên jora taxê, xanî bi maşînên kar tên xerakirin. Li gorî agahiyên ji şêniyên taxê hatine wergirtin, hêzên dewletê yên nikarin bikevin nava herêmên xwerêveberiyê, hewl didin xaniyan xera bikin û bi vî rengî bi pêş de biçin.
AMBÛLANS SEWQÎ HERÊMA ŞER HAT KIRIN
Di navbera hêzên dewleta Tirk ên hewl didin li taxa Cûmhûriyetê xaniyan xera bikin û endamên YPS-YPS Jin de şer derket. Gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin. Sivîlên li taxê piştrast kirin ku li cihê hewl hatiye dayîn malên wan bên xerakirin şer derketiye û gelek ambûlansên leşkerî û sivîl sewqî wê herêmê hatine kirin.