Bi hezaran kesan di pêşengiya Şaxa MEYA-DER'ê ya Wanê de konê şînê yê ji bo gêrîla Sînem Unver (Sarîna Dîcle) yê li taxa Xaçortê hatiye vedan, ziyaret kir. Dayîk û bavê gêrîla Sarîna diyar kirin ku, ew naxwazin dilê tu dayîkê bi şewite û ji bo gelê kurd sersaxiyê xwestin.
Bi hezaran kesên di pêşengiya Şaxa MEYA-DER'ê ya Wanê de li hev kom bûn, serdana konê şînê yê ji bo gêrîlayê HPG'ê Sînem Unver (Sarîna Dîcle) yê di şerê 23-24 Tîrmehê de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi 3 hevalê xwe re jiyana xwe ji dest dabû, ziyaret kir. Girseya li ber kuçeya Bayirli ya taxa Xaçortê civiyan û heta kon êşînê meşeke girseyî li dar xist. Beriya meş destpêkê li qada kombûna gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane bi mizgeftê ve hatin daliqandin.
Di meşê de parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Seroka BDP’a Wanê Mîhrîban Şah, Wekîlê ŞaredarêWanê Sabrî Abî, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, rêveberên BDP, endamên meclîsa giştî û şaredariyê, xebatkarên taxan, nûnerên rêxistinê sivîl ên civakî, Însîyatîfa Dayîkên Aşîtiyê û be hezaran welatî di nav meşê de cihê xwe girtin. di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, posterên gêrîla Sarîna û hevalê wê hatin hildan. Girseyê bê navber “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” berz kirin. Balkêş bû ku di meşê de ji 7 saliya heta 70 saliya li hemberî şer û operasyona bertekên xwe di anîn ziman. Di nav meşê de li ser destan sîniya hinê û muman jî hatibû amadekirin. Meş li konê ku li taxa Xaçortê hatibû dayîn bi dawî bû.
BERXWEDANÊ SILAV KIRIN
Kon bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û posterên gêrîlayê HPG’ê hate xemilandin. Di bin konê de ji bi hemû kesê ku di têkoşîna şoreş û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. piştî rêzgirtinê berxwedana gêrîlayan ya li Şemzînanê bi dirûşma “Şehîd namirin” û çepikan hate silav kirin. Her wiha dayikê ku tevlî serdana sersaxiyê bûn kincên wan heremî balê dida ser xwe. Axaftina pêşî Serokê Şaxa MEYA-DER’ê ya Wanê Natîk Polat kir. Polat, ji bo hemû gelê kurd û malbatê sersaxî xwest. Polat diyar kir ku, ew berxwedana şehîdan slav dikin û dê doza wan bi şopînin.
UÇER: GERÎLAYAN ŞEMZÎNANÊ XISTIYE DORPÊÇA XWE
Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer jî anî ziman ku, ew wek heyet çûne ji destê HPG’ê ku cenazayan werbigirin lê hêzên dewletê ji wan re bûne asteng û nehiştine biçin cenazeyan bigirin. Uçer destnîşan kir ku, ew li gel malbata çûne û cenazeyan wan jî di destê hevalên wan de li ba xwe defin kirine. Uçer bi lêv kir ku, ew ji bo şehîdên xwe îro meşa xwe pêk anîne û wiha got: “Emê li rumeta şehîdê xwe xwedî derkevin. Xwedî derketin tenê ne meş û konê tazîyê danîtine. Xwedî derketina herî mezin alîkariya doza wane.”
Uçer anî ziman ku, gerîlayan derdora Şemzînanê girtine û wiha got: “Li derdora çiyayan jî dijmin bi tank, top û hemû hêza xwe xistiye wir. Ew bi şer nikarin berxwedanê vala derxin. Tirsa me ewe ku kîmyayê bavêjin Şemzînanê.” Uçer, got ku ji bo têkoşîna gerîlayan vala dernê û gelê Şemzînanê bi tenê ne hêlin lazime ew wek gel her tim li ser pia bin. Uçer hikûmeta AKP’ê û rayedaran ji rexne kir û xwesat ev şer û operasyên bên rawestandin. Uçer her dawî ji bo malbat, gelê Kurd, Ocalan, girtiyan û gerîlayan sersaxî xwest û banga geşkirina xebata têkoşînê kir.
‘SERÊ SEROKATIYÊ SAX BE’
Bavê gêrîla Sarîna, Hasan Unver jî hestên xwe wiha anî ziman: “Ji ku we me ziyaret kir em we silav dikin. Em hêvî dikin ku ev şehîdê me bibe yê dawî. Bila dilê dayikan ne şewitin û tu însan ne girî. Ez hêvî dikim ku em li gerîlayaê xwe xwedî derkevin. Serê gelê kurd û serokê wan sax be.” Dayîka gêrîla Sarîna Sakîne Unver jî hestên xwe dilperitî anî ziman û wiha axivî: “Ez ji bo gelê ku ev 7 roje li ba min sekinîn sipas dikim. Şehîdê min tenç nîne yê hemû gelê kurd e. Serê gerîlayan sax be.” Dayîka gêrîla Sarîna, diyar kir ku ew naxwazin dilê tu kesê bi şewit û got Tayîp ger ku bi misilman ve jî lê dilê wî şeytane. Dayîk Sarîna, da zanîn ku rihma Erdogan tuneye dilê wî bi dayika na şewite.
STRANA JI BO SÎNEM DIYARÎ HATE VEGOTIN
Dayîk Sarîna ku sêniya hinê û wêneyê keça xwe danî bû ber xwe bi hestewariyek mezin xemgîniya xwe di anî ziman. Jinxala Sînem Unver, Sînem Encu ku ji Roboskiyê hatibû bertekên xwe anî ziman. Jinxal Encu, strana ku li ser gêrîla Sarîna, hevalê wê û Roboskiyê çê kiribû wek lorandinê anî ziman. Di dema vegotina stranê de hemû dayik hestewar bûn rê li ber giriyê wan hate vekirin. Bi lorandinê balkêş bû ku hemû dayik hestewar û dilperitî bûn.