Mala şînê ya ji bo gerîlayê HPG'ê Yilmaz Kirtay ê ku di operasyona Oremarê de jiyana xwe ji dest da û li navçeya Farqîna Amedê duh bi girseyî hate definkirin, ji aliyê hezaran kesan ve tê ziyaretkirin.
Serdana mala şînê ya gerîlayê HPG'ê Yilmaz Kırtay (Dilovan Amed) ku di pevçûna 19'ê Hezîranê de li Oremarê pêk hat de jiyana xwe ji dest da, didome.
Bi hezaran kesên ku di navde nûnerên saziyên sivîl ên civakî ji hebûn mala şînê ziyaret kirin. Li Mala şînê alên KCK û PKK'ê hatin vekirin û posterên gerîlayên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Di serdana mala şînê de mele bi kurdî weaz dan.
Dayîka Yilmaz Kudret Kırtay, ku wêneyê kurê xwe xist destê xwe, xwest zarokên wan bibin kevokên aştî, biratî u azadiyê û dawî li xwînê bê û wiha got: "Berxwedan jiyan e. Em dê her tim di ber xwe bidin. Kurê min şehîdê Ocalan e. Di ziyarete de girsê bê navber dirûşmeyên "Şehid Namirin" ve "Bijî Serok Apo" berz kirin.