Heyetek ji Kobanê Bendava Teşrînê ziyaret kir
Heyetek ji beşa ceyranê ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Kobanê ji bo rewşa Bendava Tişrîn ji nêz ve kontrol bike, çû serdana bendavê.
Heyetek ji beşa ceyranê ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Kobanê ji bo rewşa Bendava Tişrîn ji nêz ve kontrol bike, çû serdana bendavê.
Cîgirê Serokê Desteyê Mehmûd Ebdî û hejmarek ji endizyarên ceyranê, tevî xebatkarên li bendavê li hemû deverên wê geriyan. Şandeyê zErarên ku çeteyan dane bendavê û alavên wê tesbît kirin.
Heyetê diyar kir ku ew ê bi rêya bendavê ceyranê vegerînin herêmên – Kobanê jî di nav de – ku çeteyan ceyranê ji ser wan birîbûn.
Endamên heyetê dan zanîn ku ji bo xebata çêkirina bendavê hin kêmasî di kabloyên ceyranê û alavan de hene, lê bal kişandin ku ew ê hewl bidin wan peyda bikin û ceyranê vegerînin.