'Heyeta Şopandinê' çawa û bi kîjan armancê li Îmraliyê ket rojevê, kîjan nav hatin zelalkirin -Amed Dîcle

Di hevdîtinên Îmraliyê yên ku di Çileya 2013'an de destpê kir û di Nîsana 2015'an de bi dawî bû de, yek ji mijarên herî zêde dihat rojevê 'Heyeta Şopandinê' bû...

Di hevdîtinên Îmraliyê yên ku di Çileya 2013'an de destpê kir û di Nîsana 2015'an de bi dawî bû de, yek ji mijarên herî zêde dihat rojevê 'Heyeta Şopandinê' bû. Ji Notên Îmraliyê em fêm dikin, ku Ocalan di pêvajoya muzakereyê de girîngiya 'Heyeta Şopandinê' di hemû hevdînan de bilêv kiriye. Naveroka van hevdîtinan di pirtûka 'Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad' a ji aliyê Weşanxaneya Mezopotamyayê ve hat weşandin de bi berfirehî cih digire.

'Heyeta Şopandinê', piştî ku hevdîtinên Îmraliyê ji aliyê naverokê ve bi pêş de çû û ji aliyê her du aliyan ve plana avêtina gavan zelal bû, ji aliyê Ocalan ve hat pêşniyarkirin. Wezîfeya vê heyetê wê bi tenê hekemtî bûya. Piştî çend hevdîtinan, aliyan li ser navan li hev kirin.

Li gorî vê yekê, Heyeta HDP'ê ya di 11'ê Çileya 2014'an de li Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtn kir, naveroka hevdîtina bi rayedarên dewletê ya li Enqereyê, ragihand. Li ser navê heyetê Îdrîs Balûken axivî û diyar kir ku wan di 12'ê Kanûnê (Kanûna 2013) de bi Hakan Fîdan re hevdîtin kirine. Diyalog bi vî rengî pêk tê:

"Balûken: Me jê re ragihand, ku ji bo dewamkirina pêvajoyê, pêwîste aliyê qanûnî û zemîna hiqûqî bê çêkirin. Her wiha me diyar kir ku ji bo şopandina pêvajoyê avakirina Heyeta Şopandinê Girîng e û pêwîste di vê mijarê de bi lezgînî gav werin avêtin.

Ocalan jî weke bersiv jê re got, "Belê, divê ev hebe."

Diyalogên bi heman rengî di hevdîtinên piştî vê de dewam kirin. Di hevdîtineke bi heyeta HDP'ê re ya di 26'ê Hezîrana 2016'an de pêk hat, Ocalan bal kişand ser girîngiya Heyeta Şopandinê ya ku wê ji pêvajoyê re hekemtiyê bike. Piştî vê nirxandinê, HDP'yiyan dan xuyakirin, ku ji bo avakirina heyetê divê bi hikûmetê re bibin xwedî nêrîneke hevpar û mîna Heyeta Mirovên Aqilmend, ev heyet jî ji mirovên nêzî AKP'ê neyê hilbijartin. Îdrîs Balûken bi xwe diyar kir, ku eger heyet ji nava kesên nêzî AKP'ê were hilbijartin, ev yek wê rê li ber pirsgirêkan veke.

Li ser vê yekê Ocalan got, "em ê Heyeteke Serokatiyê ya ji pênc şeş kesan diyar bikin, ew ê di nava xwe de Heyeta Şopandinê bi rêxistin bike. Ew bixwazin dikarin 1000 kesî di nava vê heyetê de bi cih bikin, ew ji wan re ma ye. Em ê karê cidî bikin."

Di dewama sohbetê de Pervîn Bûldan got, "Serokê min, hûn ji destpêkê ve dixwazin Heyeta Şopandinê bê avakirin, lê me kir nekir me nikarîbû bidin qebûlkirin."

Ocalan ev bersiv da: "Vana fêm nakin. Ez di ser hin nivîskaran re encamên mûezem derdixînim. Ez bi xwe weke Desteyeke Şopandinê dixebitim. Dema ez van dixwînim, fêm dikim ku dîlgirtina min -ragirtina li malê jî di nav de- dixwazin bi xwe ve girê bidin. Apoyekî kedî yê bi xwe ve girêdayî dixwazin. Lê belê min roja des bi vê muzakereyê kir got: Ez li vê derê ji xwe azad im. Ji aliyê felsefîk, ji aliyê îdeolojîk ve dîlgirtinek nîne. Eger dîlgirtinek hebûya wê bi min re muzakere nekiribûna. Lê bê guman ji aliyê cih û demê ve li Îmraliyê dîlgirtinek heye. Mirovekî ji aliyê felsefîk ve xebateke bi vî rengî dimeşîne, dîlgirtî nîne. Heyeta Şopandinê bi Beşîr beg (Atalay) re nîqaş biin, binirxînin. Eger qanûnê derxîne, pîvanan diyar bike, pêkane heta hilbijartinên Serokkomariyê em rûniştinekê pêk bînin. Em dikarin 9 serenavên sereke destnîşan bikin. Ev yek wê bibe paketeke projeya civakî. Hûnê jî hewl bidin encamên ji vir derkevin bibin Meclîsê. Hûnê bibin ji AKP'ê re. Hemû derdoran (Elewî, jin hwd.) tevlî vê bikin. Di encamam vê de wê çareseriyeke dîrokî-demokratîk-destûra bingehînî derkeve holê."

Nîqaşên li ser mijara 'Heyeta Şopandinê' heta Sibata 2015'an dewam kir. Hevdîtinên li Îmraliyê di 4'ê Sibata 2015'an de li dora maseya nû ya li Îmraliyê hat danîn, bi formateke nû dewam kir. Di destpêka vê civînê de Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê Mûhammed Dervîşoglû pêşkêşiyek kir û got, "Ji bo civîna careke din, wê Heyeta Şopandinê were."

Di herikîna vê hevdîtinê de Ocalan ragihand ku dewletê karên diviyabû bikira nekiriye. Li ser vê yekê Dervîşoglû got, "Careke din dixwazim bêjim ku hem di mijara Heyeta Şopandinê hem jî di mijara mehkûmên nexweş de wê pêşketin hebe. Dibe ku pêşniyarên we jî hebin. Der barê pêvajoyê de pêwîstî bi afirandina raya giştî heye. Ji bo banga têkoşîna siyasî were kirin, bendewarî hêvî ji we jî tê kirin."

Lê belê ya ku Dervîşoglû got pêk nehat û di hevdîtina din de yanî di hevdîtina 27'ê Sibata 2015'an de 'Heyeta Şopandinê' naçe. Di vê hevdîtinê de 'Mutabaqata Dolmabahçeyê' ya ku piştî rojekê hat aşkerekirin û dûre ji aliyê Erdogan ve hat înakirin, hat nirxandin. Ocalan der barê mutabaqatê de ev nirxandin kir:

"Min her tişt xwed, li gorî wê yekê îmze kir. Niha dixwînim û nêrînên xwe ji we re dibêjim. Li şûna 'ez ê vexwendînim' gotina 'ez vedixwînim' jî dibe. Ji xwe di vir de jî tê nivîsandin ku beyana niyeta baş e. Ez banga bingehîn li gorî helwesta hikûmetê bikim. Ji bo vê jî pêwîste di bin sîwana Meclîsê de komîsyonek were avakirin, ji mirovên ji Heyeta Şopandinê divê. Min ev yek berê jî gotibû. Eger ev bê kirin, ez ê bangek ji danezana Newrozê pêşdetir, bikim. Divê hikûmet jî vê yekê bi vî rengî binirxîne. Weke daxuyaniya hevpar, hûn dikarin vê metnê bixwînin. Îmzeya min îmzeyeke ji rêzê nîne. Min 55 salên emrê xwe da vê têkoşînê. Divê wateya îmzeya min bê zanîn. Qîmetekî 55 salan ê îmzeya min heye. Gikar in Qendîlê ji min re ragihînin."

Hevdîtina 27'ê Sibata 2015'an bi gotina 'Ji niha û pê ve wê Heyeta Şopandinê were' ya Ocalan bi dawî bû. Piştî rojekê Mutabaqata Dolmabahçeyê hat aşkeekirin.

Di hevdîtina piştî vê de, dîsa Heyeta Şopandinê naçe. Ev hevdîtin di 14'ê Adara 2015'an de pêk tê. Di hevdîtinê de dîsa heman kes cih digirin. Piştî ku li ser navê kesên wezîfeya Sekreteryayê pêk bîne hat axivîn, Dervîşoglû vê pêşkêşiyê dike:

"Pêwîste di demeke kurt de em karê Komîteya Şopandinê biqedînin. Der barê navek du navan de em ji heyetê cuda difikirin. Ez wan jî bi we re parve bikim. Navên ji bo heyetê hatine diyarkirin ev in: 1- Denîz Ulke Aribogan, 2- Avnî Ozgurel, 3- Kadîr Înanir, 4- Ahmet Taşgetîren, 5- Hîlal Kaplan, der barê vî navî de fikar in heyetê (Heyeta HDP'ê) hene. Hûn dixwazin em li ser nîqaş bikin. 6- Ozturk Turkdogan, 7- Şahîsmaîl Bedîrhanoglû. Der abrê vî navî de fikarên heyetê hene."

Piştî vê pêşkêşiyê Ocalan got, "Di vir de pêwîstî bi kesekî rêxistinên civakî yên sivîl, pîşesazî û bazirganiyê yê Amedê, ku di nava civakê de weke rûspî tê zanîn, heye. Armanc ev e. Referansa heyeta me girîng e."

Heyeta HDP'ê jî ev nêrîn ragihand: "Hîlal Kaplan, hema hema di asta heqaret û sixêfan de nivîs li hemberî me nivîsand, gotin bilêv kir. Gelekî alîgir e. Li gorî me kesekî bi vî rengî nabe ku di nava heyeteke bêalî de cih bigire. Li şûna wê me li hev kir ku Nîhal Bengîsû Karaca (bi dewletê re) be."

Diyalogê wiha dewam kir:

"Ocalan: Sekna Nîhal Bengîsû Karaca zê naecibînim. Ez baş bi kesayetiya wê nizanim. Dibe ku miroveke dilsoz be. Ev heyet wê koma muşahît be. Der barê navê heyetê de jî em dudil bû, dikare navê wê koma muşahîd be."

Dervîşgolû: "Em dikarin jê re bêjin heyeta çavdêriyê. Em ê ji bo van jî berdevkekê/î pêşniyar bikin. Kesek dikare li ser navê komê daxuyaniyê bide. Bi vî rengî em dikarin fikaran ji holê rakin."

Ocalan: "Divê hûn bi yên werin vê derê re biaxivin. Wê bi cewhera vê derê re dilsoz bin. Divê nêzîkatiyên xwe deynin aliyekî."

Di hevdîtinê de navê Sîbel Eraslan derbas dibe û Dervîşoglû dibêje, "Ez navên Nîhal Bengîsû Karaca û Sîbel Eraslan li nava yên cîgir de dinivîsînim. Divê em jî dîsa biaxivin."

Li ser vê yekê Ocalan got, "Nîhal Bengîsû Karaca bibe jî, divê ew muhtewaya xwe ferz neke. Jê re bêjin; eger mîna nivîsên xwe yên li rojnameyê tevbigere, ya ez ê derkevim yan jî ez ê wê biqewirînim."

Mûhammed Dervîşoglû jî ragihand ku ji bo Heyeta Şopandinê wan navên Alî Bagyramoglû û Berîl Dedeoglû di nava cîgiran de bi cih kirine.

Li ser vê yekê Ocalan sê caran Nazan Ustundag pêşniyar kir. Got, "Pispora kar e. Haya wê ji tecrûbeyên cîhanê heye" û anî ziman ku Ustundag dibe ku kêrhatî be. Dervîşoglû ev nav li cem xwe nivîsand.

Navên Celalettîn Can û Mîthat Sancar ên ku ji bo Heyeta Şopandinê hatin bilêvkirin, ji ber ku di 7'ê Hezîranê de bernamzetên HDP'ê yên parlamenteriyê bûn, ji aliyê dewletê ve hatin vetokirin.

Her wiha ji tevgera Elewî navên Îbrahîm Sînemîllîoglû, Alî Kenanoglû û Arîf Sag jî hatin nirxandin.

Di dewama hevdîtinê de mesaja Newrozê jî hat nirxandin. Dervîşoglû ji bo daxuyaniya Newrozê got, "Li gorî min divê ruhê Dolmabahçeyê nîşan bide."

Li ser vê yekê Ocalan ev bersiv da:

"Ez dixwazim vê hîn bêhtir bixim pratîkê. Eger Komîsyona Meclîsê û Heyeta Şopandinê were avakirin, ez amade me li ser bingeha bêçalakîtî, aştî, demokrasî û biratiyê PKK veguherînim. Eger bixwazin dikarin li min guhdarî bikin. Ez ê karibim li pêşberî wan, vê yekê deklare bikim. Ez ji bo lihevkirina dîrokî amade me."

Ocalan di deqeyên pêş de çarçoveya mesaja xwe ya Newrozê bi HDP'yiyan re da nivîsandin.

Piştî ku mesaja Newrozê qediya Ocalan li Dervîşoglû vegeriya û got, "Eger li Meclîsê tavilê komîsyon were avakirin û Heyeta Şopandinê were vê derê, em ê karibin ber bi pêş ve gavan biavêjin. Ji xwe em van nîqaş dikin."

Hevdîtina 14'ê Adarê bi vî rengî bi dawî bû.

Rewşa piştî vê hevdîtinê jî ji xwe tê zanîn.

Pêvajoya ku di nava sê hefteyan de hêvî ewçend şênber bû de, bi gotina 'Mase nîne, Heyeta Şopandinê nîne' ya Erdogan re berevajî bû.

Û ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve agahî ji Ocalan nayê girtin.