Heyeta Navneteweyî hat serdana TEV-DEM û PYD’ê
Heyeta Peymangeha Pêşxistina Demokratîk û Rêxistina Enter Medya ya Brîtanî serdana Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê kir. Heyetê bi rayedarên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM û PYD’ê re civiya.
Heyeta Peymangeha Pêşxistina Demokratîk û Rêxistina Enter Medya ya Brîtanî serdana Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê kir. Heyetê bi rayedarên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM û PYD’ê re civiya.
Heyeta Peymangeha Pêşxistina Demokratîk û Rêxistina Enter Medya ya Brîtanî ku ji Nûnerê Serokwezîrê Brîtanya David Cameron ê li Lîbyayê Jonathan Powel, Akademîsyen û Şêwirmendê Siyasî Peter Galberath, Rêveberê Peymangeha Kerîm Yeldiz, Sekreter Lucy Stuart û Mustefa Gandogdu pêk dihat serdana Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)a li bajarê Qamişlo kir. Heyet ji aliyê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM Aldar Xelîl, endamên Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk Ebdulselam Ehmed û Ebdulîlah Erebo, Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî û Cîgira wê Neîme Hesen, endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Rêxistina Yekîtiya Star Mekiye Hiso, Serokê Desteya Karên Derve Ebdulkerîm Umer ve hate pêşwazîkirin.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl bixêrhatina heyetê kir û got:”Ev serdan ji bo xurtkirina têkiliyên me bi dewletên derve re gaveke girîng e.”
Nûnerê Serokwezîrê Brîtanya David Cameron ê li Lîbyayê Jonathan Powel kêfxweşiya xwe bi hevdîtina bi TEV-DEM‘ê re anî ziman û wiha axivî: “Di heman dema ku hûn rêveberiya xwe ava dikin, hûn li dijî terorê şer dikin. Em hêvî dikin ku têkiliyên wê bêhtir bi dewletên derve re berfirehtir bibin.”
Paşê civîna di navbera her du aliyan de du seatan ji çapemeniyê re girtîbû dewam kir. Endamê Komîteya Têkiliyên Doplomatîk a TEV-DEM’ê Ebdulselam Ehmed ji ANHA’yê da xuyakirin ku di civînê de mijarên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin gotûbêjkirin. Ehmed da zanîn heyetê projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk erênî nirxandiye.
Ehmed diyar di civînê de heyetê serketinên ku şervanên YPG/YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi dest xistine silav kir.
Ebdulselam Ehmed anî ziman ku heyetê sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk weke gaveke mezin bi nav kiriye û got ku civîn baş derbas bû.
Serdana heyetê li Rojava dewam dike. Heyet wê bi saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, şervanên YPG/YPJ’ê, saziyên siyasî, û civakî yên Kurdî re hevdîtinan pêk bîne.