Heyeta ku ji parazvanên mafên mirovan pêk tê ji bo ku li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê lêkolîn bike çûn Rihayê û li girtîgehê dest bi lêkolinan kir.
Heyeta parazvanên mafên mirovan ya ji endam û rêveberên ÎHD, MAZLUMDER, KESK, ÇHD, TTB û TÎHV'ê pêk tê, bi boneya serhildana li Girtîgeha Rihayê pêk hat bipirse û şert û mercên girtîgehê lêkolîn bike çûn Rihayê. Heyet dê bi dozgerê komarê, rêveberên girtîgehê, girtiyan û xizmên kesên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane hevdîtinan bike û pişt re raporekê amade bike.