Heyeta KNK'ê: Me li Silopiyayê ruhê berxwedanê dît

Ji heyeta KNK'ê ya li Silopiyayê lêkolîn kir Naliya Îbrahîm û Shahla Hafîal diyar kirin, wan li bajarê bi êrîşeke topyekûn re rû bi rû ye, ruhê berxwedanê yê gel dîtine.

Ji heyeta KNK'ê ya li Silopiyayê lêkolîn kir Naliya Îbrahîm û Shahla Hafîal diyar kirin, wan li bajarê bi êrîşeke topyekûn re rû bi rû ye, ruhê berxwedanê yê gel dîtine. KNK'yiyan destnîşan kirin, ku serketina li vê derê wê bibe serketina tevahiya Kurdistanê.

Nûnerên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Naliya Îbrahîm û Shahla Hafîal hatin Silopiyayê, ku zêdeyî mehek e berxwedaneke xurt a gel li dijî êrîşan heye û li navçeyê lêkolîn kirin.

Ji heyetê Naliya Îbrahîm çavdêriyên xwe ragihand û got, "Me dît ku bi rastî jî xisareke mezin li Silopiyayê hatiye kirin. Me dît ku li dijî êrîşan moralê gel û hesta berxwedanê gelekî li pêş e. Ev yek jî ji bo me cihê serbilindiyê ye." Îbrahîm da xuyakirin, ku divê her kes li kolanên Silopiyayê vîna berxwedanê ya gelê Silopiyayê bibînin û got, "Weke delegeyên KNK'ê, ji ber xisara hêzên dewletê li Silopiyayê kirine em gelekî êşiyan, lê li aliyê din biryardarî û vîna gel a ji bo parastina xaka xwe, em gelekî kêfxweş kir." Îbrahîm da zanîn, ev vîna gel gelekî mezin û pîroz e û da xuyakirin, ku ew ê çavdêriyên xwe yên li Silopiyayê bi çapemeniya Ewropayê û gelek derdoran re parve bikin. Îbrahîm got, "Ji bo ya li gel tê kirin û rastiya vê derê ji aliyê her kesî ve were zanîn, em ê çavdêriyên xwe bi her kesî re parve bikin."

Shahla Hafîal jî bibîr xist, ku dewleta Tirkiyeyê pêvajoya aştî û çareseriyê qedandiye, şer daye destpêkirin û ev nirxandin kir: "AKP ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî destekê dide çeteyên DAIŞ'ê. Ji her alî ve jî êrîşî Kurdan dikin. Bi awayekî gelekî nebaş êrîşî gelê li Bakurê Kurdistanê dikin. Hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê derûnî ve şer dikin. Me xwest van pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li Bakurê Kurdistanê li gel tên kirin bibînin û bi raya giştî ya cîhanê re parve bikin."

Hafîal bal kişand ser êrîşên bi taybetî li hemberî jinan tê kirin û got, "Di şexsê jinên Kurd de dixwazin Kurdan qetil bikin. Lewma bi taybetî êrîşî jina dikin. Dixwazin vîna jinan bişikînin û ji aliyê psîkolojîk ve hêza wan tine bikin. Lê belê ev hîn bêhtir jinan xurt dike. Ya ku herî zêde hêzê dide mirovan jinên Silopiyayê ne ku dibêjin, 'Em natirsin, çi dikin bila bikin em natirsin. Ji me tirsiyan, lewma êrîşî me dikin. Heta serketinê wê berxwedana me bidome'."

Shahla Hafîal da xuyakirin, ku AKP û dewleta Tirk wê nikaribin xwe bigihînin armanca xwe û destnîşan kir, ku serketina Bakurê Kurdistanê wê bibe serketina tevahiya Kurdistanê.