Heyeta KNK'ê li Xûrmatû ye

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) heyetek şand ji Xûrmatû re, ku di dema dawî de bi şer di rojevê de ye. Heyetê li bajêr dest bi lêkolînan kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) heyetek şand ji Xûrmatû re, ku di dema dawî de bi şer di rojevê de ye. 

Heyeta KNK'ê, li navçeya Xûrmatû ya ser bi wîlayeta Selahaddîn a ku Kurd, Ereb û Tirkmen lê dijîn û di dema dawî de bi şerê navbera pêşmerge û milîsên Şîa Heşd El Şabî de ket rojevê, dest bi lêkolînan kir.

Heyeta ku Pervîn Ezîz Seîd serokatiya wê dike, ji Şukrûllah Hemed Emîn, Ferhat Dostkî, Fûat Zindanî û Yûsûf Mûhammed pêk tê. Heyeta KNK'ê di destpêkê de bi Qeymeqamê Xûrmatû Şelal Abdul re hevdîtin kir. Hat ragihandin ku niha rewşa li navçeyê aram e, lê belê Hêzên Bedir û Hîzbûllahê li navçeyê tûbayek ku di nav de mirovên ji navçeyê jî hene ava kirine, her wiha 6-7 komên ser bi Heşd El Şabî hene, ev kom ser bi xwe jî tevdigerin, lewma tirs û fikar hene.

Heyeta KNK'ê wê bi nûnerên YNK, PDK, Yekgirtû, Şûî û Tevgera Goran re jî hevdîtinan bike. Dûre wê li taxên şer lê qewimî lêkolînan bike û bi gel re biaxive. Heyet wê çavdêriyên xwe bi raporekê ji raya giştî re aşkera bike.