Heyeta HDP’ê derbasî Cizîrê bû

Heyeta HDP’ê tevî astengiya leşker û polîsan jî derbasî Cizîrê bû.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina derve didome. Duyemîn heyeta HDP’ê ya Parlamenterê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan, Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera Riha Lela Guven jî têde cih digire tevî astengiya polîs û leşkeran jî gihişt Cizîrê.

Heyetê astengkirina polîs û leşkeran destpêkê bi çalakiya rûniştinê protesto kir, paşê jî di rêyên çolterê de gihişt Cizîrê.

Heyeta duyemîn bi parlamenterên HDP’ê Nûrsel Aydogan, Sîbel Yîgîtitalp, Mahmut Togrul, Aycan Îrmez û Leyla Bîrlîk ên berê li Cizîrê bûn hat gel hev û dest bi lêkolînên xwe kir.