Heyeta DBP-HDP’ê bi Cîgira Serokê YE û bi Komîserê Berpirsê Ji Pêşketina YE re hevdîtin pêk anî

Hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bi Cîgira Serokê YE û Nûnera Bilind a Berpirsa Têkîliyên Derve ya YE Frederîca Mogherî û bi Komîserê Berpirsê Ji Pêşketina Yekîtiya Ewropa Jonnes Hahn re hevdîtin pêk anîn.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinan de êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li ser Kurdistanê hatine gotûbêjkirin. Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku mudaxeleya mijarê lezgîneyek dixwaze.

Hat ragihandin ku di hevdîtinan de têkîldarî qedexeyên kolanan jî hatiye axaftin, bandora zextên di bin navên qedexeyan de hatine bidestgirtin. 

Rayedarên YE gotine rewşa heyî dişopînin, ji ber rewşa di nav fikarên mezin de ne û gotine ji bo tiştên ji dest wan bê pêk bînin wê bikevin nav hewldanan.