Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew ê ji bo pêbaweriya di navbera Hewlrê û Bexdayê de careke din dest bi hinardeya (îxrac) petrolê bo Bexdayê bikin.
Li gorî daxuyaniya di malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat weşadin de Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê Aşitî Hewramî ragihan ku ew di hefteya yekem a tebaxê de ce careke din dest bi şandina petrolê bû hikûmeta Bexdayê bikin.
Li gorî daxuyaniyê, di vê mehê de dê 100 hezar varêl tenê bêne hinardin û ger pereyê wê were dayîn, dê di demek zû de ev yek bigihe 200 hezar varêlan.
Hewramî ragihand ku di encama hewldanên aliyên dîplomatîk û dost ên Iraqê, de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêbaweriya bi hikûmeta Iraqê re pêk bîne, biryar da ku ji nû ve petrolê hinardeyê Bexdayê bike.