Hewldana leşkerên Tirk a ji bo dagirkirina Rojava didome
Ji ber ku leşkerên Tirk careke din ji gundê Sermisaxê yê Girkê Legê ketin nava xaka Rojava, gel ber bi sînor ve meşiya.
Ji ber ku leşkerên Tirk careke din ji gundê Sermisaxê yê Girkê Legê ketin nava xaka Rojava, gel ber bi sînor ve meşiya.
Hewldana leşkerên Tirk a ji bo dagirkirina xaka Rojavayê Kurdistanê dewam dike.
Leşkerên Tirk danê vê sibehê, leşkerên Tirk li rex gundê Sermisaxê yê li bakurê bajarê Girkê Legê ku dikeve beramberî gundên navçeya Hezex a Şirnexê bi bendozer û tirêksên xwe sînor derbas kirin û erd kolandin.
Gel herêmê jî li hemberî vê yekê berê xwe da sînor û nerazîbûna xwe nîşan da.
Çend roj berê jî leşkerên Tirk ev herêm dagir kirin. Piştî ku gelê herêmê berê xwe da sînor û nerazîbûn nîşan da leşker neçar man xwe vekişînin.