Hevşaredarên Amedê hê li ser kar bûn qeyûm tayîn kirin

Derket holê ku hê Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ji peyvirê nehatibûn girtin, Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyê kir.

Bi daxwaza desthilatdariya siyasî û fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê di 25'ê Cotmehê de Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin û di 31'ê Cotmehê de ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Gultan Kişanak bi îdîaya “Endamtiya rêxistina çekdarî" û Firat Anli jî bi îdîaya “Ketiye nava çalakiyên ku axa di bin serweriya dewletê de ji îdareya dewletê qut bike" hatin tawanbarkirin û girtin. Çawa ku Hevşaredar hatin girtin di 1'ê Mijdarê de Wezîrê Karên Hundir Cîgirê Waliyê Amedê yê berê û Qeymeqame Etimesgutê Cumali Atilla, wekî qeyûm tayînî Şaredariya Amedê kir. 

Cumali Atilla ku wekî qeyûm hat tayînkirin li ser kar e. Lê dema ku wekî qeyûm hat tayînkirin vîna gel hat desteserkirin û hêj Hevşaredar Kişanak û Anli ji peyvirê nehatibûn girtin, qeyûm hat tayînkirin. Derket holê ku Wezîrê Karên Hundir li gorî mewzûatê û zagonê tev negeriya ye û hêj şaredar li ser peyvirê bûn, bi lez û bez qeyûm tayînî şaredariyê kiriye. Hat zanîn ku der barê ji peyvirgirtina Gultan Kişanak tu teblîgat nehatine şandin û ji roja qeyûm hatiye tayînkirin heta niha tu nivîsa fermî ji şaredariyê re nehatiye şandin. 

Ji roja ku bi biryarnameyên di çarçoveya rewşa awarte de hatin îlankirin heta niha hemû şaredar û endamên meclisên şaredariyê yên ji peyvirê hatin girtin bêyî biryara dadgehê raste rast bi farmana Wezîrê Karên Hundir ji peyvirê hatine girtin û li dervê prosutur û mewzûatan qeyûm hatine tayînkirin.