Hevşaredar Altûn: Rewşa li bajêr pir aloz e
Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn got: “Rewşa li bajêr pir aloz e. Gel li kolanan e. Ne diyar e wê çi bibe.”
Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn got: “Rewşa li bajêr pir aloz e. Gel li kolanan e. Ne diyar e wê çi bibe.”
Gerîlayên HPG’ê li hember Qereqola Polîsan a “Şehît Nahît Bûlût” çalakî pêk anîn.
Piştî êrîşê polîs derketin kolanan û bi gerîlayan re pevçûn. Polîsan paşê jî êrîşî gel kirin.
Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn a li bajêr e li gor saet 13.01 rewşa li navçeyê wiha ragihand. "Niha bajêr pir bi aloz e. Gel li her cihî li kolanan e. Dem dem polîs êrîşî gel dikin. Bombeyên gazê diavêjin, bi ava şid êrîş dikin. Destpêkê gule berdan. Ji ber gaza zêde ez bi zehmet diaxivim. Tê gotin ku heta niha gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye, gerîlayek, zarokek 14-15 salî û dayika wî birîndar bûye. Rewşeke pir bi aloz heye. Em naxwazin van aloziyan bijîn. Yekane rêya ku ev alozî bi dawî bibin jî vegera pêvajoya aştî û muzakereyê. Berevajî vê pevçûn û mirin bi dawî nabin.”