Hevdîtina Baweriya Elewiyan dê li Amedê pêk were

Hevdîtina Baweriya Elewiyan dê li Amedê pêk were

Li Cemxane û Navenda Çandê ya Pîr Sultan a Amedê ‘hevdîtina baweriyan a Elewiyan a Amedê’ bi mijara ‘Di Elewitiyê de meşa berbi maf, lorîn, şîn û kar û barê definkirina cenazeyê’ dê bê pêk anîn.

Di 25’ê hezîranê de saet di 17.00’an de li taxa Bagcilar li Mala Cem û Çandê ya Pîr Sultan a Amedê kul i gel avahiya XizmetÊ ya DÎSKÎ ye dê pêk were. Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr u serokê Cemxaneyê Cafer Koluman dÊ axaftina vekirinê bike.

Nûnera mala çandê Bese Aslan, Pîrê Elewiyan yê Dersîmê Hasan Kilavuz û Pîrê Elewiyan yê Amedê Hasan Baykurt jî dê axaftinan bikin. Hemû Elewî ji bo hevdîtinê hatin vexwendîkirin.

Piştî axaftinan dê ji bo Baydemîr û ku mala Cemê çêkir û kesên piştgirî danê, plaket bê dayîn. Piştî vê dê pîr û kal gotaran bêjin û ekîba semahê jî dê semahê bike.

Li Tikriyeyê ku cemxaney û çanda elewiyan rastî astengiyan dihat, şaredariya Mezin a Amedê mala Cemê vekiribû.