Hevdîtina di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû piştî 3 saetan bi dawî bû. Di hevdîtinê de rewşa Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Di hevdîtina li Hewlêrê pêk hat de Serokwezîrê Herema Kurdistan Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokê Herema Kurdistan Kosret Resûl, Cigirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Berhem Salih, Endamê Polît Bûroya YKN Mele Bextiyar û Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Erselan Bayîz beşdar bûn. Di nav heyeta Dewleta Tirk de Ferîdûn Sinîrlîoglu jî hebû. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat û 3 seatan berdewam kir.
Hate zanîn Davûtoglu dê îşev li Hewlêrê bimîne û hevdîtin bidomin.