Hevdîtina Barzanî-Davûtoglû îro ye

Hevdîtina Barzanî-Davûtoglû îro ye

Dê îro Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinekê pêk bîne. Tê payîn ku di hevdîtinê de pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê bên gotûbêjkirin.

Tê zanîn ku hikûmeta Tirk ji destkeftiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê nerehet e û dê van nerehetiyên xwe ji Hewlêrê re rabigihîne. Davûtoglû ku dê îro bê serdana Hewlêr, dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barznaî re hevdîtinekê pêk bîne. Naveroka vê hevdîtinê ji aliyê raya giştî ve pir tê mereqkirin.

Li gorî çavkaniyên Tirkan, Davûtolgû dê ji Barzanî bixwazin ku xwe ji çalakiyên ku bandorê li yekitî û yekpariya Sûriyeyê dikin, dûr bixe. Hêjayê gotinê ye ku Barzanî beriya hevdîtina Davûtolgû bi rayedarên Rojavayê Kurdistanê re hevdîtinekê pêk anî û peyama ku Barzanî dê bide Davûtoglû tê mereqkirin.

Hate zanîn ku dê piştî hevdîtina her du aliyan daxuyaniyek bidin çapemeniyê.