Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, di roja 12. de êrîş dewam dikin. Berxwedana gel a li pişt bendan jî bênavber dewam dike. Her roj bi sedan kes êrîşan protesto dikin û ji bo şikandina dorpêçiyê têkoşîna xwe xurt dikin.
Yek ji cihên êrîşên giran li hember tên kirin taxa Safa ye. Şêniya ji taxa Şafa Şukran Çelebî nerazîbûn nîşanî êrîşan da. Çelebî got, "Em ê ji rêya xwe venegerin" û anî ziman ku ji ber êrîşên heta danê sibehê dewam kirin, gelek malan xisar dîtin.
Çelebî got, "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin. Bila her kes bizanibe, bi ambargoyê re, bi êrîşan re wê nikaribin me koçber bikin. Em ê li vir bin, bila bi vê zanibin."