Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di 2. Kongreya Asayî ya Rêxistinê HDP ya Bajarê Amedê de axivî.
Demîrtaş di axaftinên xwe de bal kişand ser van xisûsan:
"Têkneçûn di dilê gelê Kurd de heye. Ji ber ku em mafdar in em ê bi ser kevin. Dozên mafdar têk naçin. Hemû gelên hatine eciqandin dibe ku demdirêj an jî demkurt be, lê li hemberî faşîzmê teqez bi ser ketine. Ev gelê polîtîk jî vê dizane Qesr jî dizane. Ji ber vê yekê Qesrê aqilê xwe winda kiriye. Divê bêaqilên ku bi bêexlaqiyê ve girêdane welat bi rê ve nebin. Li vê axê hemû nasname û bawerî esas in. Xem nîne. Em dikarin bi rêbazên demokratîk bi hev re bijîn. Ev hikûmeta talanê ye û nasname û baweriyan talan dikin. Em li hemberî van li ber xwe didin. Hemûyan bîat kirin. Neteweperest û CHP binêrin hemûyan peymanên qirêj kirin. Ya ku tê dîtin ew e ku me gotibû wê yê li Qesrê nebe serok. Me çima gotibû. Pêvajoya aştiyê ji bo Qesrê ji bo dîktatoriyê heke ti xerc bikî em ê te bidin sekinandin. Tê dîtin ku nikare bibe serok wê bikin serokomarê partîzan. Li hemberî me yekîtiya faşîst a qirêj çêbû. Ji bilî me kesek nasekine. Hemû teslîmî tirsên xwe bûn. Ji bo berjewendiyekî qasî nuqteyekê, wekî bêhnokê xwar dibin.
WEKÎ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê DIFIKIRIN
Bi pereyên hezineyê ve mîtînga AKP'ê li dar xistin. Mîtîngê Serokkomar, lê AKP derxistin. Walîtiyê hemû saziyên dewletê xist xizmeta AKP'ê. Ya ku li ser me ferz kirin daxistina pankartan. Te pankart daxist, ma tu dikarî devê me jî bigirî? Di salên 90'î de destûr nedidan li derve daxuyanî bê dayîn. Walitiyên wan rojan ev li ser me ferz kirin, niha gelo kes navê wan bi bîr tîne. Ew tunene, lê milyonek Amedî beşdarî Newrozê bûn. Li cihê ku ji sedî 70 deng digirin yên ku dibêjin hûn nikarin kongreyê li dar bixin wê di nava rûpelên qirêj ên dîrokê de cihê xwe bigirin. Em wisa hatin bi ser ketin, dîsa bi heman ruhî ve biçin. Baweriyên cuda hene. Biçûknedîtina olan ji bo Misilmanan ferman e. Di ola me de ev heye. Di heman demê jî di çarçoveya mafên mirovan de azadiya baweriyan heye. Di qanûna derbeye de jî heye. Ew kesê ku ji sedî 52 deng girt çi got. Dibêje ku em ji ber yê xulikar, ên hatine xuliqandin hez dikin. Piştre jî dibêji binêrin ev Zerdust in. Zerduşt baweriyek e, ma ka yên hatine xuliqandin hez dike? Wekî çeteyên DAIŞ'ê difikirin. Kurdan wekî Kurd qebûl nakin. Ji bo Kurdên di wazoyê de tiştekî nabêjin. Lê, Kurdên li ber xwe didin dijmin in. Qesra ku Kurdan hezm nake heye.
'HEDÊ XWE BIZANIBIN WE BI SALAN HERÊM ŞEWITAND'
Li gelekî ku xwedi hejmara 40 milyon kesî ye, axa wî hatiye perçekirin bi dehan komkuji li hemberî wan hatiye kirin mêze kin. Berî sed salan ev der Kurdistan bû. Sûcê me neqebûlkirina pirtûkên weyên bê teşe ye? Bi kude çun ev kes, yên berî Osmaniyan çûn fezayê. Ev hemû di arşîvên dewletê de hene, lê pere dan profesorên derewkar û dîrokeke ji derewan hat nivîsin. Her tişt ji hêlekî li çavên gel dinhêrin û derewan dikin. Ji kesên ku desthilatdariya xwe li ser derew û îftirayan ava bike ji wî re mirov tê gotin? Kesê fermana xirabkirina bajarên me dabîn, xwedê belaya wan bidê. Gelê Amedê bi mehan 24 saetan we çawa Sûr hilweşand dît. Li çavên gelê Amedê dinhêrin û bi vekirî derewan dikin. We 5 hezar mirov koçber kir. Kesê gelê sivîl qetil kir, di cîhanê de hatin darizandin, ev ê jî bên darizandin Hedê xwe bizanibin, we ji derveyî hilweşandinê çi kir? Ji ber ku em gotinên we pêk naynin, hûn me qetil dikin.
'EM NE MIRINÊ NE JÎ ZILMÊ QEBÛL DIKIN'
Em hemû li hemberî vê pêvajoyê rawestiyan. Me bi dehan caran hevdîtin pek anîn. CHP, MHP'ê heqaret li me kirin me daxwaza aştiyê kir. Li fezlekeyan mêze kin tê gotin ku 'Li Sumerparka Yenîşehirê qaşo nimêja înê tê kirin' Ji ber di nimêja înê de cih girtin der barê hevalên me de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ev bêhurmetiyeke çawa ye! Hûn haşa xwe dixin dewsa çi? Tiştên me pê tewambar dikin ji derveyî rûmetê ye. 'An hûn ê serî bidin, an jî hûnê serî bitewînin' tê gotin. Em her duyan jî qebûl nakin. Ne mirinê ne jî zilmê.
'BILA GEL XWEDÎ LI WEKÎL Û ŞAREDARIYÊN XWE DERKEVE'
Li nelirêtiyên ku ji hêla AKP'ê ve pêk hatine mêze kin. Nelirêtiyên ku ji hêla şaredariyên wan ve pêk hatine bêhsab e. Ev hatine li ser şaredariyên me daxivin. Ji bo xizmeta herêmî neyê kirin em behsa mufetîşên ku şaredariyên me dişopînin dikin. Ev salek e mufetîş ji şaredariyên me derneketine. Şev û roj bi tevahî şaredariyên me lêkolîn dikin. Çima tiştek nayê dîtin, ji ber ku diz tunene. Em tiştên ji bo Şaredariya Amedê hatiye gotin li wan vedigerînin. Wê di serê şaredariya me de hilweşînin, hûn ê hê jî çi bikin? Hevşaredarê me ji were serî netewand, wê netewîne jî. Bila gelê Amedê xwedî li şaredariya xwe derkeve. Wer duxiye ku wê bi ser partî, wekîl û şaredariyên me de bên, bila gelê me xwedî li vê yekê derkeve.
'EM HETA HERAMXWERAN JI VÎ WELATÎ NEQEWIRÎNIN...'
Berxwedana Zindana Amedê bifikirin. Nameyek tenê jî nedigihêşt gel, em ji pêvajoyeke ku canên xwe ji bo gel xistin mertal tên. Em wê teqes nesekinin, bêzar nebin. Wan bawer dikir ku dema destnedana me bê rakirin, em bilerizin. Ji ber ku ew dilerizin. Êdî ew ê di navberekî de nesekinin. AKP, CHP û MHP ji partîbûnê derketin. Êdî ew yek rengin, lê CHP û MHP ber bi belavbûnê ve diçin. Ji ber ku em pir rengî ne, em bi hev re ne û li ber xwe didin. Erdnîgariya me dewlemend e, ew jî heramxwar in. Em heta van heramxweran ji welatên xwe nevêjin em ê dest jê bernedin."
Piştî axaftina Demîrtaş, rêveberiya ku wê di dawiyê de bê hilbijartin, wê di 5'ê Hezîranê de li Qada Stasyonê mitîngekê li dar bixe. Mitînga ku wê bi girseyî derbas bibe, banga tevlibûnê ji hêla Demîrtaş ve hate kirin.
Piştî axaftinan rapora xebatan hat xwendin. Di lîsteya tekane de ji bo hevserokên HDP'a Amedê Gulşen Ozer û Cabbar Leygara hatin hilbijartin.