'Hesabê Roboskî û hemû komkujiyên din wê were pirsîn'

Piştî komkujiya Roboskî gelek ciwanên ji Roboskî tevlî nava refên gerîla bûn. Ji wan ciwanan Brûsk û Cesûr Roboskî diyar kirin, ku ji bo komkujiyên nû rû nedin û gelê Kurd azad bibe, ew tevlî nava refên gerîla bûne.

Piştî komkujiya Roboskî gelek ciwanên ji Roboskî tevlî nava refên gerîla bûn. Ji wan ciwanan Brûsk û Cesûr Roboskî diyar kirin, ku ji bo komkujiyên nû rû nedin û gelê Kurd azad bibe, ew tevlî nava refên gerîla bûne.

Gerîla Brûsk û Cesûr, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ajansa me re sedema tevlîbûna li nava refên gerîla vegotin.

'DEWLETÊ JI BO ŞIKANDINA BERXWEDANA ROBOSKÎ KOMKUJÎ KIR'

Brûsk Roboskî, ku li gundê xwe Roboskî mamostetî dikir, piştî komkujiyê di sala 2014'an de tevlî refên gerîla bû. Gerîla Brûsk diyar kir ku komkujiya Roboskî ji bo bêdengkirina gelê Roboskî yê welatparêz û şikandina berxwedana wan, ji aliyê AKP'ê ve ji berê ve hatibû plankirin û wiha axivî: "Hêrsa ji ber komkujiyê hînê di dilê min de ye. Hikûmet dibêje 'ne tiştekî bi zanebûn' e. Ev derew e. Dewleta Tirk ji bo valakirina gundê Roboskî gelek caran ket nava hewldanan. Ji bo berxwedana gelê Roboskî bişikîne dewletê zext û şîdet kir. Lê belê gelê Roboskî roj bi roj bêhtir li ber xwe da. Ji ber vê yekê komkujî kirin."

'BI KOMKUJIYAN RE NIKARIN GELÊ KURD TINE BIKIN'

Brûks Roboskî diyar kir ku komkujiyên li hemberî gelê Kurd hatine kirin ji hev cuda nînin û da zanîn ku dewleta Tirk nikare bi komkujiyan re gelê Kurd tine bike. Roboskî got, "Komkujiya Roboskî di dîroka Kurdan de ne ya destpêkê ye ne jî ya dawî. Komkujiyên Dêrsim, Parîs, Riha, Amed, Enqere, Sêwas, Çorûm, Mereş û gelek komkujiyên din anîn serê gelê Kurd. Ev komkujî hemû ji hev ne cuda ne. Bi van komkujiyan re xwestin gelê Kurd tine bikin. Lê belê ti carî negihaştin armanca xwe. Tevî ewçend komkujiyan jî gelê Kurd berxwedaneke mezintir nîşan da û hînê jî vê berxwedana xwe roj bi roj mezin dike."

Brûsk Roboskî diyar kri ku hikûmeta AKP'ê ya ku di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de winda kir, ji bo ji nû ve bibe desthilatdar, li hemberî gelê Kurd şer da destpêkirin, bi polîtîkayên xwe yên faşîst re pêşî li komkujiyên nû vekir û got, "Komkujiya Roboskî li tevahiya mirovahiyê hatiye kirin. Li wir mirovahî hemû hatiye qetilkirin. Girîng e her kes di roja îro de hesabê komkujiya Roboskî û komkujiyên din bipirsin. Li Kurdistanê gelek komkujî hatin kirni. Pêwîste tola van komkujiyan bê hilanîn."

'GELÊ KU LI BER XWE DIDE, SILAV DIKIM'

Brûsk Roboskî bal kişand ser berxwedana gelê Kurdistanê û got, "Dewlet her roj bi tankan êrîşî gelê Kurdistanê dike. Ez xweparastina gel pîroz dibînim û silav dikim. Ev berxwedan berxwedana gelekî azadî ji dest hatiye girtin e. Divê her kes xwedî li vê berxwedanê derkeve û destekê bide. Xwerêveberî, hewldana ji bo qebûlkirina hebûna xwe ye. Ne tenê ciwan, divê dayik, bav, ciwan, kal û pîr her kes di vê berxwedanê de bi berpirsyarî rabin. Ji ber ku ev yek berxwedaneke bi rûmet e. Bila gelê me xwe bêparastin nebîne. Bila bizanibe ku gerîlayên PKK'ê heta hebin, ew ê gel biparêzin. Eger em ji bo gelê xwe jiyaneke azad dixwazin, divê her kes di berxwedana li bajaran de bi berpirsyarî rabin."

'ROBOSKÎ SERÎ LI BER DEWLETÊ NETEWAND'

Cesûr Roboskî yê di Gulana 2014'an de tevlî refên gerîla bû, li gundê Roboskî yê navçeya Şirnex Qilabanê ji dayik bû. Roboskî anî ziman, ku ji ber li gund derfeteke din a kar nîne, gundî hemû bazirganiya li ser dikin û debara xwe bi vî rengî dike. Roboskî got, "Di dema valakirina gundan a salên 90'î de, dewleta TC pêkanînên gelekî nebaş li ser gundiyan ferz kir. Di wê demê de hin kesan cerdevanî tercîh kirin, hina jî gund terikandin. Lê belê gelê Roboskî dev ji gundê xwe berneda. Ne cerdevanî kir, ne jî dest ji xaka xwe berda. Çavkaniya bingehîn a debara gund, bazirganiya li ser sînor e. Ev bazirganî veguheriye pîşeyê gundiyan. Li gund, extiyar, zarok, ciwan her kes bazirganiya li ser sînor dikin. Min bi xwe jî berî du salan bazirganiya li ser sînor kir. Polîtîkayên dewleta TC ên ji bo terbiyekirina bi birçîbûnê, hişt ku gelê Roboskî xizan bimîne. Carna nanekî tisî jî li mala me nebû. Ji bo em hewcedarî kesî nebin, me jî bazirganiya li ser sînor kirin."

'LEŞKERÊN TIRK ZILMÊ LI HER KESÎ DIKIN'

Gerîla Cesûr anî ziman, ku her çend leşkeren Tirk rêgeha gundiyan dizanin jî bi kêfî guleyan li gundiyan direşînin û got, "Bazirganiya li ser sînor karekî zehmet e û her kes nikare bike. Di mehên zivistanê de bi zor û zehmetiyeke mezin em di wan rêyan de derbas dibûn. Carna di vegerê de leşkeran pereyên me ji me digirtin. Me ew pere bi zor û zehmetiyeke gelekî mezin qezenc dikirin. Lê ji ber ku ji me distandin, carna bi rojan em birçî diman.

Gelek mirovên me yên bazirganî dikirin, ji ber ku pê li mayînên leşkerên Tirk kirin birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku çavkaniyeke din a debarê nîne, tevî vê yekê jî gundiyan bazirganiya li ser sînor dewam kirin. Leşkerên Tirk, zarok jî di nav de zilm li her kesî dikirin. Carekê dema em ketin ser rê, leşkeran hevalekî me ji serê wî birîndar kirin. Li pêşiya hevalê xwe em bûn mertal û bi zorê me ji nava lepên leşkeran rizgar kirin. Bi zorê me ew gihand nexweşxaneyê. Dema êrîş dikin, ne xema wan e ku yê li pêşber zarok e yan mezin e. Tevî ku em bêparastin jî bûn, mîna ku em bi çek in nêzî me dibûn, zilm û êrîş dikirin."

'HOVÎTIYEK EWÇEND DIJWAR NEDIHAT BÎRA ME'

Gerîla Cesûr ragihand ku hikûmeta AKP'ê bi plan komkujiya Roboskî pêk aniye û got, "Dewletê dizanîbû ku qaçaxçî ji wir derbas dibin. Tevî vê yekê jî bi balafiren şer bombe li ser gundiyan barand. Di wê rêya ku em timî jê derbas dibûn de, gelek caran em rastî pêkanînên xerab ên dewletê hatin. Lê belê hovîtiyeke bi vî rengî nedihat bîra me."

Cesûr anî ziman ku wî agahiya komkujiyê, danê sibehê bi qîrîna dayika xwe bihîstiye û got, "Dema em çûn ser sînor, me bedenên parçebûyî dîtin. Bedenên heywan û mirovan tevlîhev bûbûn. Zehmet bû ku mirov ji nava hev derxînin. Parçeyên bedena mirovan li her derê belav bûbûn. Di nav de hevalên min ên dibistanê, xizmên min hebûn. Dîmenê hovîtiyê li naverastê bû. Mirov gelekî pê diêşiyan."

'JI BO HILANÎNA TOLA ROBOSKÎ TEVLÎ NAVA PKK'Ê BÛM'

Cesûr Roboskî da xuyakirin, ku heman piştî komkujiya Roboskî xizmekî wî yê bi navê Cesûr tevlî nava refên PKK'ê bû û şehîd ket, lewma wî navê Cesûr li xwe kir û tevlî nava refên têkoşînê bû. Gerîla Cesûr got, "Cesûr ji bo hilanîna tola komkujiya Roboskî tevlî refên gerîla bûbû. Piştî şehadeta wî, min jî ji cihê mayî têkoşîna wî dewam kir û tevlî refên PKK'ê bûm. Dewleta Tirk nikare tehemûlî hebûna gelê Kurd bike. Hînê şîna me li erdê bû, êrîşên xwe dewam kir. Bi şîdetê êrîşî çalakiyên malbatan ên ji bo şermezarkirinê kir. Ez jî weke ciwanekî Kurd, ji bo hilanîna tola gelê Roboskî û ji bo Kurdistaneke azad tevlî nava refên PKK'ê bûm. Piştî Roboskî mîna xelekekê komkujiyên Parîs, Gever, Amed, Riha û Enqereyê rû dan. Hînê jî dewam dike. Îro ne tenê li Kurdistanê li her dera ku mirov azadiyê dixwazin, komkujî tên kirin. Divê tola neheqiya tê kirin were hilanîn. Ji ber vê yekê pêwîste her kes li dijî faşîzma dewletê rabe ser piyan.

Weke gerîla, heta ku em têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bi serketinê re tacîdar bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê soza xwe bi cih bînin."

...