Herikîna girseya gel a ber bi Roboskî ve didome
Qurbaniyên komkujiya Roboskî wê îro ji aliyê bi hezaran kesî ve bên bîranîn. Dayikên Roboskiyî li hemberî kiryarên komkujiyê Erodgan û Serokê berê yê Fermandariya Giştî Necdet Ozel bi hêrs in.
Qurbaniyên komkujiya Roboskî wê îro ji aliyê bi hezaran kesî ve bên bîranîn. Dayikên Roboskiyî li hemberî kiryarên komkujiyê Erodgan û Serokê berê yê Fermandariya Giştî Necdet Ozel bi hêrs in.
Ji bo bîranîna 19 jê zarok 34 sivîlên di bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk de roja 28'ê Kanûna 2011'an de jiyana xwe ji dest dan, gel tê gundê Roboskî. Li qada ku bi hezaran kes ji niha ve lê civiyan e, hêrsa li hemberî dewleta Tirk di asteke bilind de ye. Di merasîma bîranînê de ku rondikên çavên dayikên Roboskiyî her dibarin, malbat li hemberî kiryarên komkujiyê Erodgan û Serokê berê yê Fermandariya Giştî Necdet Ozel bi hêrs in.
Her dayikeke Roboskiyî bi wêneyên zarokên xwe û kincên xwe yên reş tevlî merasîmê bûn û nîşan dan ku şîna wan hînê dewam dike. Di bîranînê de, berxwedana Cizîr, Silopiya û bajarên din ên Kurdistanê yên li hemberî dorpêçiya dewletê, hat silavkirin.
Ji hemû bajar, navçe, bajarok, gundên Kurdistanê û gelek metropolên Tirkiyeyê, gel di ser Sêrt û Colemêrgê re tên Roboskî. Bernameya bîranînê, wê bi xwegihandina temamiya welatiyên di rê de ne, destpê bike. Hat ragihandin ku ji parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Meral Daniş Beştaş, Alîcan Onlu û Ayşe Acar Başaran jî wê bşedarî merasîmê bibin.
Di merasîma bîranînê de wê piştî vekirinê deqeyek rêz bê girtin, navên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane yek bi yek werin xwendin û Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Qilabanê Mesût Paksoy daxuyaniyê bide. Piştî xwendina peyama Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu ku ji ber nikare ji Silopiyayê derkeve tevlî merasîmê nabe, wê parlamenterên HDP'ê biaxivin û dûre ber bi goristana 34 sivîlên hatin qetlkirin lê hatine veşartin, meşek were lidarxistin.