Hem gule berdanê, hem jî 'terorîst' îlan kirin

Xebatkarê Şaredariya Cizîrê Îrfan Ûysal ê ku dema waneya avê vedikir rastî êrîşa tîmên taybet hat û ji milê xwe yê çepê birîndar bû, nerazîbûn nîşanî nûçeyên der barê wî de tê weşandin da.

Xebatkarê Şaredariya Cizîrê Îrfan Ûysal ê ku dema waneya avê vedikir rastî êrîşa tîmên taybet hat û ji milê xwe yê çepê birîndar bû, nerazîbûn nîşanî nûçeyên der barê wî de tê weşandin da. Ûysal diyar kir ku ew li gel polîsan çûye ber waneya avê û got "Ez bi destûra polîsan çûm û bi guleya polîsan jî birîndar bûm."

Li navçeya Şirnex Cizîrê ku rewşa awarte di roja 17. de berdewam dike, xebatkarê Şaredariya Cizîrê Îrfan Ûysal di 18'ê Kanûnê de bi destûra polîsan dema çû waneya avê veke, tîmên taybet ew gulebaran kiribû. Ûysal ê ji milê xwe birîndar bû, li gel hemû mûdaxaleyan jî milê xwe yê çepê bû. Ûysal, nerazîbûn nîşanî nûçeyên wek "Di destê wî de bombe teqiya" da. 

Ûysal da zanîn ku ji bo biçe waneya avê ya Taxa Dîcleyê veke, li xeta polîs a 155 geriya ye û dema çûye waneya avê veke jî polîs li gel wî bûne û di çend nuqteyan de jî lêgerîn hatiye kirin. Ûysal wiha berdewam kir: "Eger di destê min de bombe biteqiya ez jî îmha dibûm. Di destê min de rapor hene, bi guleya sekvanan birîndar bûm. Ev hemû îddia derew in. Ez bi destûra polîsan çûm waneya avê vekim û bi guleya polîsan jî birîndar bûm."

'DIXWAZIN HOVÎTIYA XWE VEŞÊRIN'

Xwişka Ûysal, Parêzer Newroz Ûysal jî diyar kir ku di rapora nexweşxaneyê de zelal e ku birayê wê bi guleya polîsan birîndar bûye û got ew ê derbarê malperên tîmên taybet û malperên ku nûçeyên derew diweşînin de gilî bikin. Ûysal destnîşan kir ku, tîmên taybet bi van nûçeyên derew dixwazin hovîtiya xwe veşêrin.