HDP wê 11’ê Îlonê civîna komê li Cizîrê pêk bîne

HDP piştî civîna komê ya li Cizîrê, wê li navçeyê dest bi lêkolînan bike.

HDP 11’ê Îlonê civîna koma xwe li şûna Meclîsê wê li cihê ku pevçûn lê herî zêde bûn li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dar bixe.

Wê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, parlamenter û gelê Cizîrê tevlî civînê bibin. Piştî civînê wê heyetek bê avakirin û ev heyet wê li qadê dest bi lêkolînan bike.