HDP Wan: AKP, ji girtin û binçavkirina endaman ti encamê nagire

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Wanê, operasyonên qirkirina siyasî protesto kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Wanê, operasyonên qirkirina siyasî protesto kirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Wanê, êrîşên operasyonên qirkirina siyasi yên demên dawî bi civîneke çapemeniyê protesto kirin.

Di civîna çapemeniyê ya ku li avahiya HDP’ê ya li bajêr hate lidarxistin de, Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Wanê Gulîstan Orhan, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî û Rayedarên HDP’ê yên Bajêr jî cih girtin.

Di civînê de Rêveberê HDP’ê yê Bajarê Wanê Ozgur Aras axivî û diyar kir ku bi salan e êrîş, zext û operasyonên qirkirina siyasî ya hikûmeta AKP’ê berdewam dikin û gihiştiye asta herî bilind. AKP a ku di hilbijartina 7’ê Hezîranê de serkeftinên bi dest me ketî hezim nekirin û kete xeteriya ku desthilatdariya xwe winda bike, li ser vê yekê êrîşî siyasetmedar û beşên şoreşgerên Tirkiyeyî dikin.” Aras wiha anî ziman: “Dixwaze bi zextê li ser hêzên mûxalefet bide meşandin û bi vî awayî sîstema faşîst bixîne nava her qadên me yên jiyanê. Di çarçoveya êrîşên qirkirin û operasyonên qirkirinê yên siyasî de her roj bi dehan welatî tên binçavkirin, bi awayekî bêhiqûqî tên binçavkirin. Herî dawî Cîgirê Seroka Giştî ya ESP’ê Fehtiye Ok, Endama PM’ê Soner Çîçek û Rêveberê berê yê HDP’ê yê bajarê Wanê Fadil Bariştiran hatin binçavkirin.”

BANG JI BO AKP’Ê

Aras destnişan kir ku ti caran zext û polîtîkayên şikandinê encam nagirin û wiha axivî: “Li holê ye ku ev rêveberiya sosyal û siyasî nikare ti pirsgirêkan çareser bike. Em carekî din bang li hikûmetê dikin ku ji bo rakirina hemû astengiyên li pêşiya siyaseta gel û dawî li kiyarên antî-demokratîk bînin. Hemû kiryarên qirêj ên li hember hevriyên me yên ku siyaseta demokratîk dikin, şermezar dikin û daxwaz dikin ku demildest bên berdan.”

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî jî axivî û da xuyakirin ku tevî operasyonên li Colemêrgê bi dawî jî bûne û “Qedexeya kolanan” hê jî berdewam dike. Geverî li beramberî kiryarên kêfî nerazîbûna xwe anî ziman. Geverî bang li hikûmetê kir ku dest ji van polîtîkayên xwe berdin. Geverî têkildarî destlênedayîna parlementeran a li meclîsê jî wiha got: “Meclîs, Meclîsa gel e. Em ê jî li hember van êrîşên berxwedana xwe berdewam bikin.”