HDP'ê bîlançoya terora AKP'ê aşkera kir

Maseya Enformasyonê ya HDP'ê, bîlançoya terora AKP'ê û "qedexeyên derketina derve" aşkera kir. Li gorî vê yekê 54 zarok hatin qetilkirin.

Di daxuyaniya HDP'ê de hat gotin, "Dorpêçiya ku yekemcar di 16'ê Tebaxê de li Kurdistanê li Gimgimê di bin navê 'qedexeyên derketina derve' de ket rojevê, niha li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Sûr û Kerboranê dewam dike."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku heta niha li Kurdistanê 54 zarok hatine qetilkirin û ev agahî hatin dayîn:

CIZÎR: Qedexeya cara 5. a di 14.12.2015'an de hat îlankirin, îro di roja 9. de ye. Heta niha bi giştî 23 rojan derketina derve li Cizîrê hatiye ragihandin. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve 41 kes hatin kuştin. Di qedexeya dawî de heta niha 8 kes hatin qetilkirin.

SILOPIYA: Li Silopiyayê 3 caran qedexe hat îlankirin. Herî dawî di 14.12.2015'an de hat ragihandin. Îro di roja 9. de ye. Heta niha bi gişî 12 rojan derketina derve hatiye qedexekirin. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve 26 kes hatin kuştin. Di qedexeya dawî de heta niha 12 kes hatin qetilkirin.

NISÊBÎN: Li Nisêbînê cara 7. e tê îlankirin. Herî dawî di 14.12.2015'an de hat îlankirin. Îro di roja 9. de ye. Heta niha 45 rojan hatiye îlankirin. Li Nisêbînê ji Tîrmeha 2015'an û vir ve 22 kes hatine kuştin. Di qedexeya dawî de 2 kes hatin qetilkirin.

KERBORAN: Li Kerboranê 2 caran hat îlankirin. Qedexeya dawî ya di 11.12.2015'an de hat îlankirin, di roja 12. de ye. Li Kerboranê heta niha 16 rojan derketina derve hatiye qedexekirin. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve 3 kes hatine qetilkirin. Di qedexeya dawî de 2 kes hatin qetilkirin.

SÛR: Li Sûrê cara 6. e tê îlankirin. Qedexeya dawî ya di 02.12.2015'an de hat îlankirin, îro di roja 21. de ye. Heta niha li Sûrê 32 rojan derketina derve hatiye qedexekirin. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve li Sûrê 10 kes hatin qetilkirin. Di qedexeya dawî de 5 kes hatin qetilkirin."

'103 KES JI ALIYÊ HÊZÊN DEWLETÊ VE HATIN QETILKIRIN'

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku heta niha li 7 ajar, 18 navçe, li bi dehan taxan 54 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin, van qedexeyan 200 rojan (211 roj) derbas kirine û di encame de heta niha 103 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin."