HDP, DBP, KJA, KCD û HDK : Divê hemû kes bidengderxistinê bimeşin Sûrê

HDP, DBP, KJA, KCD û HDK bangawaziya "Divê hemû kes bimeşin Sûrê" dubare kir û wiha got: "Divê hemû kes ji cihê xwe bi dengderxistinê ve ber bi Sûrê meşa xwe bidomîne."

Ji HDP, DBP, KJA, KCD û HDK bangawaziya "Divê hemû kes bimeşin Sûrê" kiribû bangawaziyekî nû hat. HDP, DBP, KJA, KCD û HDK'ê bang li amediyên ku barîqatan xira dikin û dimeşin kirin wiha gotin: "Heta ku dorpêç û qedexeya li Sûrê bê şikandin wê meşa me bidome. Heta ku dorpêç bê rakirin divê tu kes nekevin malên xwe, paşve gav neavêjin. Bi rojan jî berdewam bike divê li kolanan bin nekevin malên xwe. Divê hemû kes ji cihê xwe deng derxîne û ber Sûrê meşa xwe bidomîne. Roj rojekî dîrokî ye. Em dikarin bi berxwedana xwev e dorpêçê bişikênin. Em dikarin mirovên xwe yên li Sûrê di bin xetereya qatlîamê de de xilas bikin. Berê jî Amedê bi berxwedana xwe ve dîrok nivîsand îro jî wê careke din dîrokî binivîsîne."