Haşim Ozpolat li Sêweregê hat veşartin
Haşim Ozpolat ê di şerê li Wanê de jiyana xwe ji dest da, li Sêweregê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Haşim Ozpolat ê di şerê li Wanê de jiyana xwe ji dest da, li Sêweregê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Haşim Ozpolat ê li navçeya Wan Îpekyolûyê di şerê 14'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Riha Sêweregê hat veşartin. Cenaze duh ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin û piştre anîn Goristana Asrî ya Sêweregê. Cenazeyê Ozpolat ji aliyê hezaran welatiyan ve serê sibehê hat wergirtin û bi konvoyek anîn ber malê ya li taxa Şahîr Îbrahîm. Piştre cenazeyê Ozpolat birin Goristana Tokdemîr a li taxa Baglar û li pêşiya goristanê ji aliyê welatiyan ve hat wergirtin û bi meşê birin cihê lê bê definkirin. Piştre cenazeyê Ozpolat bi dirûşmeyan hat definkirin.
Piştî rêzgirtinê Parlementerê HDP'ê Îbrahîm Ayhan axivî û diyar kir ku Ozpolat ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest da.
Li ser navê malbatê jî Apê Ozpolat Ramazan Ozpolat jî diyar kir ku Ozpolat ji 15 saliya xwe heya niha ji bo nasnameya xwe têdikoşiya û got: "Ti caran me natepisînin. Em soz didin Haşim. Ez ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî ala wî hilbigirim û têkoşîna wî bilind bikim."
Piştî axaftinan girseya gel qurnefîl danî ser gora wî.