Habîr ê 5 salî sewqî Amedê hat kirin

Habîr Oral ê 5 salî ku bi lêdana wesayîta zirxî ya polîsan bi giranî birîndar bûbû sewqî Amedê hat kirin.

Habîr Oral ê 5 salî ku danê nîvro li Taxa Yafesê ya Cizîrê ya Şirnexê wesayîta polîsan lê qulipî bû û di encamê de bi giranî birîndar bûbû, piştî mudaxaleya destpêkê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zaningeha Dîcleyê. Li gor agahiyên ji malbatê hatine girtin dema Oral li kolanê dimeşiya wesayîta polîsan a bi lez dihat lê qulipiye.