Gundiyên Qilabanê kontrayan dan ber keviran

Gundiyên Qilabanê kontrayan dan ber keviran

Hat zanîn ku gundiyên gundên navçeya Qilaban a Şirnexê bi keviran êrîşê komek kontr-gerîla yên gundan digeriyan kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer di 23’yê hezîranê de, li nêzî Hedrîş ê Qilabanê pêk hat. Gundiyan dît ku komek kontra yên kincên gerîlayan li xwe kiribûn bi çekan ve digerin. Gundiyan pitşre zanîn ne gerîla ne. Piştî ku gundiyan zanî ew ne gerîla ne, kontra ne, bi keviran ketin peywan û ji gund dûr xistin.

Hat zanîn ku ev koma kontrayan a li rastî êrîşa bi keviran a gundiyanhat, ji 20’ê hezîranê ve li derdora gundên Qilaban Herdîş, Mêrgeh, Yekmalê û Bêcuhê digerin.

Piştî ku operasyon û pevçûnên li herêmê zêde dibin, xebatên kontrayî yên li Qilabanê jî bi vê yekê re zêde dibin. Ev koma kontrayan, kincên gerîlayan li xwe dikin, li gundan digerin û zorê li gundiyan dikin.