Gundiyên Nehrî, Gewriya Zînî Mûşê û Gergetê yen ji ber tang û topên leşkerkeran gundê xwe vala kirin, ji bo dîsa li gundê xwe vegerin li ber Qeymeqamiya Şemzînanê dest bi çalakiya rûniştinêk kirin.
Welatiyên ku piştî şerê di navbera gêrîlayên HPG'ê û TSK'ê de li navçeya Şemzînanê destpê kir û bi zora leşkeran gundê xwe vala kirin, li ber Qeymeqamiya Şemzinanê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Pêvçûnên ku di 23'ê Tîrmehê kîlometreyek dûrî Şemzînanê destpê kir û herî dawî heta Gergît û Bîgozan, li herêmek nêzî 40 kîlometreyê belav bû. Artêşa Tirk di şer de di serî de balafirên şer, topên obusê, topên hewanê, tank û helîkopteran herêmên pêvçûnê bombebaran dike.
Leşkeran her wiha di çarçoveya operasyonan de heta niha gelek gund yên wekî Nîrkulaya Jêrîn, Nîrkulaya Jorîn, Nîrkulaya Navîn vala kiribû. Hate ragihandin ku, niha jî gundên Rûbînûs, Bigirt, Gergît, Moşe, Beyteran û Tûva ji aliyê leşkeran ve hatiye valakirin. Hate zanîn ku, leşker hemû kesan ji gund derxistine, lê li her gundê ji bo li eşyayên gundiyan xwedî derkeve tenê 2 kes hiştiye. Li herêmê 16 rojin şer didom û welati nikarin li gundê xwe vegerin. Gundiyên ku ji ber zextên leşkeran û topbaranê gundê xwe vala kirin li ber Qeymeqamiya Şemzenînanê dest bi çalakiya rûnştinê kirin.
Welatiyên gundê Muşe û Gergetê, ji bo dîsa li gundên xwe vegerin serî li Qeymeqamiyê û Fermandariya Cenirmeyan dan. Lê rayedaran bi hinceta ewlehyê tune, daxwaza welatiyan red kir. Welatiyên gundê Gergetê û Muşe, di serî xwestin bi telefonê bi Qeymeqamê Şemzînanê Mesut Gençturk re hevdîtin pêk bînin. Welatî piştî ku bi telefonê xwe negîhandin Qeymeqam bi komî hatin ber Fermandariya Cendirmeyan û xwestin bi Fermandarê cendirmeyan re hevditinê pêk bînin.
Keyayê gundê Nehrî Fahrettin Înan dema çû bi fermandaran re hevdîtin bike, welatî jî li baxçeyê cendirmeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Li ser vê yekê leşkeriyê diyar kir ku, ew dê bi tevahî bi gundiyan re neaxivin û yek bi yek bi gundiyan re biaxivin. Pişî vê yekê welatî yek bi yek çûn bi fermandaran re axivîn. Fermandaran jî anîn ziman ku, herêm ne ewle ye û dê destûrê nedin vê yekê û her malbatekê 500 TL bidin wan. Welatiyan demek dirêj li ber fermandariya cendirmeyan çalalakiya rûniştinê pêk anî.
Welatiyê bi navê Kerimhan Kaplan bertek nîşanî rayedarên leşkeriyê da û wiha got: "Ji ber şer gundê me tê valakirin. Me di vê meha remezanê de birçî dihêlin. Cihekî ku em lê stara xwe bikin tune. Niha dixwazin me bi 500 Tl îqna bike. Dixwazin em li şemzinanê xanî kirê bikin. Her malbatek herî kêm 5 zarokên wan hene. Em dê çawa li vir bijîn. Li gundê me 14 dehl û rez ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin. Me li her gundekî 2 kal û pîr hiştiye. Qeymeqam rastiyê nabêje. Dibêje gund nehatiy valakirin û daristan û dehl nehatiye şewitandin. Ev derewe.
Destûr nadin rojnameger biçin herêmê rastiyê bikişinînin. 15 rojin şer heye û her tişt li herêmê hatiye qedexekirin. Destûr nadin rojnamger biçin rastiyê bikişînin. Hemû malê me û mulkê me talan bû. Sewalên me hatin kuştin. Em dixwazin li gundê xwe vegerin û ev şer bi dawî bibe."
'LEŞKERAN GUNDÊ ME BOMBE KIR'
Welatiyê bi navê Menaf Gongur ê gundê Mose jî ani ziman ku, leşker û dewletê gundê wan da ber bombeyan û gundê wan vala kir. Gongur anî ziman ku, ji bo êdî bombekirina gundê wan bi dawî bibe û karibin li gundê xwe vegerin serî li fermandariyê û qeymeqam dan, lê daxwazên wan hatin redkirin û wiha got: "An dê destûrê bidin me em li gundê xwe vegerin, an jî em dê çalakiya xwe berdewam bikin. Bila qeymeqam bê gund binere. Bila rastiyê bi çavê serê xwe bibîne.