Gundê Ebdullah jî hat rizgarkirin
Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de gundê Ebdullah ê li bakurê Reqayê ye, ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin.
Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de gundê Ebdullah ê li bakurê Reqayê ye, ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bajarokê Eyn Îsa bi rê ketin, piştî şerekî dijwar gundê Ebdullah ê li başûrrojhilatê Eyn Îsa û li bakurê Reqayê ye, ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Li gorî agahiyan, di operasyona rizgarkirina gund de gelek çete hatine kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûne.