BI DÎMEN

Gunay: Gelek birîndar ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest didin

Serokê Odeya Tabîban a Amedê Gunay nerazîbûn nîşanî hêzên dewletê da, ku nahêlin cenaze bên rakirin, birîndar sewqî nexweşxaneyan bên kirin û got, "Gelek birîndar, ku nikarîbûn ji nava dorpêçiyê derkevin, ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dan.

Dorpêçiya qetilkirinê, ku di fermiyetê de navê 'qedexeya derketina derve' lê hatiye kirin, bi hefteyan e li gelek navçeyên xwerêveberî lê hatine ragihandin, bi dijwarî dewam dike. Di vê 'qedexe' de zêdegaviyeke ewçend dijwar tê kirin, ku 'qedexekirin' ne tenê li ser taxan heye, di heman demê de li ser cenazeyên miriyan, li ser birîndaran jî heye. Ji be vê qedexeyê, gelek cenaze bi rojan li naverastê man, gelek birîndarên ku nikarîbûn sewqî nexweşxaneyan bên kirin, ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dan. Nexweşxaneyên li van navçeyan, ji xizmeta tenduristiyê wêdetir, ji bo hêzên dewletê veguherîne biryargehê.

Seokê Odeya Tabîban a Amedê Cengîz Gunay, ji ber ku nexweşxane ji aliyê hêzên çekdar ên dewletê ve weke baregeh tên bikaranîn, nerazîbûn nîşan da û got, "Li Sûr, Silopiya, Cizîr, Kerboran û Nisêbînê bi hefteyan e qedexeya derketina derve dewam dike. Qedexeya li Nisêbînê her çend di fermiyetê de hatiye rakirin jî, hînê di meriyetê de ye. Ji xwe rayedarên dewletê dabûn xuyakirin ku qedexeyên derketina deve di fermiyetê de bên rakirin jî di pratîkê de wê bidomin."

Gunay ragihand, ku bi van qedexeyan re mafên jiyan, stargeh, xwedîkirin, tenduristî û perwerdeyê ku weke mafên sereke tên qebûlkirin, tên binpêkirin û destnîşan kir, ku bi taybetî pitik, zarok, extiyar û jin mexdûr dibin.

Gunay anî ziman ku li heremên xwerêveberiyê, gelek navendên tenduristiyê bi hinceta 'ewlekariyê' xizmetê nadin û diyar kir, ku li van herêman nexweşên wan ên ji nexweşiyên kronîk, tansiyon û şekir heye, lê belê ji ber qedexeyê ew nikarin rewşa wan bişopînin û tedawî bikin.

Gunay da xuyakirin, ku li taxên elektrîk, av li ser hatiye birîn, ji ber ku destûr nayê dayîn şaredarî çopê kom bike, xeterî heye ku nexweşiyên şewbê rû bidin û xwest, di vî warî de tavilê tedbîr werin girtin.

'LI NEXWEŞAXNEYAN SEKVAN TÊN BI CIH KIRIN'

Serokê Odeya Tabîban a Amedê Cengîz Gunay ragihand ku hêzên çekdar ên dewletê dest danîne ser Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, ew der ji xwe re kirine biryargeh û got, "Li gorî agahiyên ku me ji hevalên xwe yên xebatkarên tenduristiyê wergirtine; hêzên ewlekariyê niha ew der bi temamî dorpêç kirine û nava nexweşxaneyê bi endamên ewlekariyê hatine dagirkirin. Sekvan ji ser banê nexweşxaneyê û ji şibakeyan guleyan berdidin. Bêguman bersiv ji van êrîşan re tê dayîn û gule li nexweşxaneyê dikevin.

'HÛN NEÇAR IN NAVENDÊN TENDURISTIYÊ BIPARÊZIN'

Wezareta Tenduristiyê, hûn mecbûr in navendên xwe yên tenduristiyê biparêzin. Gelek peymanên bi Ewropayê re hatine kirin, peymana Cenevre heye. Em dixwazin bibîra wan bixînin ku di dema şer de hûn neçarin ekîbên tenduristiyê biparêzin, nexweşan, birîndaran ji qada şer derxînin bigihînin nexweşxaneyê yan jî derfetan biafirînin ku personelên tenduristiyê xizmetê bidin."

'TEDAWIYA BIRÎNDARAN NÎVCO TÊN HIŞTIN Û TÊN BINÇAVKIRIN'

Gunay da xuyakirin ku qedexeyên derketina derve rewşeke şer e û anî ziman ku tank tên bikaranîn, top tên avêtin. Gunay got, "Mayîna cenazeyê dayikekê hefteyekê li naverastê, tiştekî gelekî giran e û tirsnak e. Tehemûlî sivîlan jî nakin. Gelo pêkane ku cenazeyek hefteyekê li erdê bimîne? Gelek birîndar, ku nikarîbûn ji nava dorpêçiya şer derkevin, ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dan. Kesên hewl didin birîndaran bigihînin nexweşxaneyan tên binçavkirin. Her wiha, birîndarê hatiye anîn eger ciwan be, tedawiya wî nîvco tê hiştin û yekser tê binçavkirin." Gunay her wiha destnîşan kir, ku divê cenazeyên welatiyan radestî malbatan werin kirin.

'DIVÊ RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK BI LEZGÎNÎ BIKEVE NAVA TEVGERÊ'

Serokê Odeya Tabîban a Amedê Cengîz Gunay ev bang li raya giştî ya navneteweyî kir: "Me raporên xwe yên heta niha amade kirin, bi gelek zimanan tercûme kirn û bi rêya faksê ji parlamentên gelek welatan û Parlamenta Ewropayê re şandin. Her wiha bi rêya ÎHD'ê me banga lezgîn li komeleyên mafên mirovan ên li wê derê kirin. Ji bo vegera li diyalog û pêvajoya muzakereyê ji raya giştî ya navneteweyî daxuyanî hatin dayîn, lê belê dîsa jî em dixwazin yên li vir diqewimin bên dîtin. Em bang li hemû rêxistinên li qada mafên mirovan û tenduristiyê dixebitin dikin, ku bi lez û bez werin vê derê. Yekîtiya Tabîban a Cîhanê, Yekîtiya Tabîban a Tirk gelek caran tên vê derê û rewşa heyî dinirxînin. Di şexsê wan de em bang li hemû serok û endamên saziyên tenduristiyê yên li Tirkiyeyê vedixwînin vê derê. Weke personelên tenduristiyê, ji bo sekinandina vî şerî çi ji destê wan tê divê bi lezgînî bikin."