Gule li wekîlê hewl da xwe bigihîne Kerboranê barandin

Li ser rêveberên DBP û HDP’ê ku di nav de Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora jî hebû, dema xwestin bikevin nava Kerboranê ya bi biryara rêveberiya awarte ve êrîş di roja 9. de didomin, guleyê ‘hişyariyê’ hatin reşandin.

Li ser rêveberên DBP û HDP’ê ku di nav de Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora jî hebû, dema xwestin bikevin Kerboranê ya bi biryara rêveberiya awarte ve êrîş di roja 9. de didomin, guleyê ‘hişyariyê’ hatin reşandin.

Rêveberên DBP’e û HDP’ê yên ku bi rojan e dixwazin bikevin navçeya Kerboran a Mêrdînê ya ku bi rêveberiya awarte êrîş ketine roja 9., îro jî hatin astengkirin. Koma ku ji Parlamenterên HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora, rêveberên Rêxistinên DBP’ê û HDP’ê yên Navçe û Bajar pêk dihat, ji ber tevahî hewldanên ketina navçeyê hatin astengkirin, bi rêyên gundan hewl didin bikevin navçeyê. Vê carê jî rêya heyetê li mintiqa Newala Aşa ji aliyê leşkeran ve hat qutkirin. Leşker û cerdevanên li ser girên derdor hatine bicihkirin, li ser heyetê bi çekên lûledirêj ve guleyên ‘hişyariyê’ barandin.

Heyetê vê carê rêya asfalt bikar anî. Li vir jî ji ber barîqatên leşkeran ên di ketina navçeyê de ketina navçeyê hat astengkirin. Heyeta ku hewldanên wê hat astengkirin vegeriya Midyadê.

DORA: LI SER ME GULE REŞANDIN

Erol Dora destnîşan kir ku ev 2 roj in hewl didin bikevin navçeyê, wiha berdewam kir: “Duh jî rêya me hat qutkirin, em nexistin navçeyê. Îro dîsa me xwest ji bo piştgiriyê bidin berxwedana gelê navçeyê û rewşa wan hîn bibin em bikevin navçeyê, lê vê carê me rêya gund bikar anî. Li vir rêya me qut kirin. Li ser me gule barandin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora herî dawî wiha got: “Em wek parlamenterê vê gelî nikarin biçin navçeyê û rewşa gel fêr bibin.”

...