Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê piranîya wan jin 70 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin û di nav wan de 18 girtiyên jin ên siyasî jî hene.
Li Girtîgeha Rihayê piştî 13 girtiyên di îsyana bi armanca şermezarkirina şertên girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan û pişt re îsyana duyemîn derket sirgûnan dest pê kir û berdewam kir. Hate zanîn ku şevê din jî piranî jin 70 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin. Hate zanîn ku di nav jinên hatin sirgûnkirin de 18 girtiyên jin ên siyasî jî hene. Hate hînbûn ku girtiyên jin ên siyasî birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqere.
Hate zanîn ku sirgûnên li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê dê berdewam bikin. Hate îdîakirin ku îro jî dê 90 girtî bên sirgûnkirin.