Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi riya nameyekî daxuayniyekk dan û dan zanîn ku ew dê di navbera 23 û 25’ê hezîranê de sê rojan greva birçîbûnê bidin destpêkirin.
Li ser navê girtiyên li girtigehên Kurdistanê û Tirkiyeyê Denîz Kaya daxuyaniyek da. Kaya di daxuyaniya xwe de da zanîn ku derbeya 12’ê îlonê di dîroka Tirkiyeyê de bi pêkanînên xwe yên dijî mirovahî li ser civakê trawmayek da vekirin û da zanîn ku îro ev tirevma û muameleya dij mirovî ji hêla hikûmeta AKP’ê ve bi awayekî dijwar tê meşandin.
Kaya di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt got:“Em wekî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, di demên borî û heya roja me ya îro, em xwedî kevneşopiyeke berxwedêr in. Em wekî girtiyên azadiyê herdem li dijî pêkanînên dijî mirovahî me berxwedaneke bê hempa daye meşandin û em ê îro pê de jî bi heman armancê xwedî vê kovneşopiyê derkevin. Me heya niha bi dehan caran pêkanînên li girtîgehan diqewimin ji raya giştî re aşkere kir. Wekî hemû gelê me jî dizane, ji ber zext û zordariyên li girtîgehan beriya çend rojan li Girtîgeha Rihayê îsyanek derket û di vê îsyanê de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Em wekî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dibêjin serê malbatên me û gelê Kurd sax be.”
Denîz Kaya destnîşan kir ku Serokwezîre Tirk Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyên xwe yên dayî de divayabû hesabê vê komkujiyê bidaya, lê dîsa wekî çawa di komkujiya Roboskê de mijar berovajî kirin û xistin stûyê PKK’ê, dîsa heman mijarê dûbare dikin û xwe ji vê komkujiya ku li Girtîgaha Rihayê pêk hat jî didin xilazkirin û Rêxistina me û girtiyên siyasî wekî berpirsiyariyên vê komkujiyê didine nîşan.
Kaya wiha berdewam kir: “Di serî de ji bo şermezarkirina tecrîda ku ev 13 sale li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî dij mirovahiyê berdewam dike û ji bo şermezarkirina komkujiya li Girtigeha Rihayê û pêkûtiyên li girtîgehên Şakran, Osmaniye û hemû girtigehên din, em di navbera 23 û 25’ê hezîranê de sê (3) rojan greva birçîbûnê didin destpêkirin.”
Denîz Kaya herî dawî bang li hemû raya giştiya demokratîk, rêxistinên sivîl û hemû gelê kurd kir ku li dijî polîtîkayên fazîzan ên hikûmeta AKP’ê bikevin nava hewldanan û rûyê AKP’ê yê reş deşîfre bikin.