Girtiyên li Sêrtê tevlî hevdîtinê nebûn
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîp E ya Sêrtê, ji ber ku duh şev bi ser cihên wan de girtin û lêgerîn kirin, derneketina hevdîtinê û ev nêzîkatî protesto kirin.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîp E ya Sêrtê, ji ber ku duh şev bi ser cihên wan de girtin û lêgerîn kirin, derneketina hevdîtinê û ev nêzîkatî protesto kirin.
Li gorî agahiyan, duh bi şev li Girtîgeha Tîp E ya Sêrtê leşker û gardiyanan bi ser hûcreyên girtiyê siyasî ve girtin.
Hat hînbûn ku di van serdegirtinan de hucreyên girtiyan hatine belavkirin û li ser vê jî girtiyên siyasî ji bo vê êrîşê protesto bikin derneketine hevdîtina îro sibehê. Her wiha hat diyarkirin ku girtiyên siyasî bi dirûşme û çalakiya deng derxistinê ve dengê xwe bilind dikin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîp E ya Sêrte, li dijî girtina parlamenterên HDP’ê û şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî, wê sibê dest bi greva birçîbûne ya du rojan bikin.