Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê diyar kirin, ku her çend 4 sal di ser komkujiyê re derbas bûye jî hînê gaveke şênber nehatiye avêtin û gotin, "Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e ku yekane kiryarê komkujiyê Erdogan û rayedarên dewletê ne."
Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî weşand û da xuyakirin, ku berxwedêriya têkoşînê ya Kurdan heta niha bi ti komkujiyan nehatiye şikandin û wê ji niha û pê ve jî neyê şikandin.
Kara ragihand, ku ew ê li hemberî her şêwe hewldan û zextên li hemberî gelê Kurd li ber xwe bidin û bibin bersiv û got, "Armanca komkujiyên duh ên li Zîlan, Koçgirî û Mereşê û armanca komkujiya Roboskî û heta Enqereyê yên roja îro, heman hovîtî ye. Dîrok kêliya tê jiyîn e. AKP di roja îro de versiyoneke zexel a zîhniyeta qetlîamker e. Lê belê em dixwazin bibîr bixînin ku gelê Kurd xwedî rastiya gelekî polîtîk û zane ye û ew ê ti carî li hemberî van lîstik, zext û komkujiyan bêdeng nemîne. Weke gel û tevgerê, em ê bi berxwedanên xwerêveberiyê re bi ser bikevin û bersivê bidin zîhniyeta qetlîamker û faşîst. Bi baweriya azadkirina Rêbertî û avakirina Kurdistana azad re em ê têkoşîna xwe bilind bikin."
Kaya, ji ber salvegera komkujiya Roboskî, ku 34 mirovên sivîl ên bêguneh di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên şer ên F-16 ve hatin qetilkirin, 34 welatparêzên hatin qetilkirin bibîr anî û destnîşan kir, ku di çarçoveya dilsoziya bi bîranîna wan de ew ê têkoşîna xwe her tim bilind bikin.
Kaya diyar kir, ku her çend 4 sal di ser komkujiyê re derbas bûye jî hînê gaveke şênber nehatiye avêtin û got, "Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e ku yekane kiryarê komkujiyê Erdogan û rayedarên dewletê ne. Weke girtiyên PKK û PAJK'î bi şiyara 'teslîmiyet xiyanet e, pasîfîzm têkçûn e, berxwedan serketin e' em di her şert û mercan de li hemberî pêkanînên faşîzan ên AKP'ê di xeta serketinê de li ber xwe bidin. Em gelê xwe û hêzên berxwedanê yê li Cizîr, Silopiya, Gever, Nisêbîn, Farqîn û Sûrê bi berxwedana xwerêveberiyê re hikûmeta AKP'ê qels kir, silav dikin û bang li hemû rewşenbîr û demokratan dikin ku xwedî li vê berxwedana bi rûmet derkevin û bi Roboskî re dengê xwe bilind bikin."