Girseya ku dorpêça dewleta Tirk protesto dikir rastî êrîşa polîsan hat: 13 welatî hatin binçavkirin / HAT NÛKIRIN

Protestoya ku di pêşengiya Rêxistinên HDP-HDK’ê yên Bajarê Stenbolê ya li dijî dorpêça dewletê ya li ser Kurdistanê li Qada Galatasaray hat lidarxistin rastî êrîşa polîsan hat.

Protestoya ku di pêşengiya Rêxistinên HDP-HDK’ê yên Bajarê Stenbolê ya li dijî dorpêça dewletê ya li ser Kurdistanê li Qada Galatasaray hat lidarxistin rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê û bi guleyên plastîk ên hundirên wan bi toz êrîşî girseyê kirin, 13 kes binçav kirin. Polîsan kedkarên çapemeniyê jî asteng kirin.

Rêxistinên HDP-HDK’ê yên Bajarê Stenbolê qedexeyên kolanan ên li ser Kurdistanê li Qada Galatasarayê protesto kirin. Di çalakiyê de mafê axaftinê destpêkê Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Stenbolê Cesîm Soylû wergirt. Soylu bi bîr xist ku daxwaza xweseriya demokratîk a gelê Kurd ne nû ye, di pêvajoya DTP’ê de jî gelekî hatiye ziman. 

Soylu hişyar kir ku eger wiha bidome wê agir li her derê belav bibe. Soylû wiha bang li tevahî beşên li Qada Galatasarayê kir: “Ev rê ne li gor berjewendiyên gelan e. Divê ji bo bidawîkirina dorpêçê her kes dengê xwe bilind bike.”

Piştî Cesîm Soylu, daxuyanî li ser navê rêxistinên HDP-HDK’ê yên bajarê Stenbolê ji aliyê Rêveberê HDP’ê Huseyîn Vûral hat xwendin. Vûral wiha got: “Gelê Kurd ji bo me hemûyan li ber xwe dide. Banga civakek adil, wekhev li me dike.” 

Vûral wiha domand: “Divê em bibînin ku bi her Kurdekî jiyana xwe ji dest dide ve mirovatiya me jî dimire. Pêwîst e em zanibin ku bêdengbûna li hember van qetlîamên bi awayekî sîstematîk ev desthilatdarî li ser gelê me dimeşîne tê wateya desturdana vê wehşetê.”

Piştî daxuyaniyê girseya ku dirûşmeyên, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “PKK Gel E Gel Li Vir E” berz kir, rastî êrîşa polîsan hat. . Polîsan bi bombeyên gazê û bi guleyên plastîk ên hundirên wan bi toz êrîşî girseyê kirin, 13 kes binçav kirin.

Polîsan kedkarên çapemeniyê jî asteng kirin.

...