Giliyê PDK'ê hat kirin
Malbatên mirovên di xwepêşandanên protestoyî yên li Kelarê de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên PDK'yî ve hatin qetilkirin, giliyê PDK'ê kirin.

Roja 10'ê Cotmehê, li navçeya Kelar a herêma Germiyanê, girseya gel krîzên siyasî û aborî yên li Başûrê Kurdistanê protesto kiribûn, lê belê hêzên ewlekariyê yên li ber avahiya PDK'ê nobed digirtin gule li xwepêşandêran reşandibûn û di encamê de du kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatên Osman Ednan (19) û Aram Beyîz (35) ên di vê xwepêşandanê de hatin qetilkirin, giliyê PDK'ê kirin.
Krîzên siyasî û aborî yên ji ber krîza serokatiyê ya li Başûrê Kurdistanê der bûn, bi pêşengiya mamosteyan hatin şermezarkirin. Li gelek herêman, çalakiyên protestoyî rastî êrîşa tundî ya hêzên asayîşê yên ser bi PDK'ê hatin.
XWEPÊŞANDANÊN PROTESTOYÎ DEWAM DIKIN
Di êrîşên hêzên ewlekariyê de yek jê zarokekî 12 salî bi giştî 5 kes hatin qetilkirin. Protesto û xwepêşandan dewam dikin. Bi hewldanên mamosteyên ku pêşengiyê ji van xwepêşandanan re dikin, bûyerên şîdetê rû nadin.
PDK Û TEVGERA ÎSLAMÎ LI HEV CIVIYAN
Ji bo çareserkirina krîzên siyasî û aborî, partiyên siyasî hînê li hev nekirine. Lê belê Tevgera Îslamî û PDK, li bajarokê Pîrman ê Hewlêrê li buroya siyasî ya PDK'ê li hev civiyan. Piştî civînê ti daxuyanî nehat dayîn.