Helîna qeşaya li Gronlandê pisporên avhewayê xist nava gumanan, lê şîrketên mezin ên ku her tim li pey çavkaniyên binerd in, ji bo çûyîna giravê ketin pêşbaziyê.
Li mezintirîn girava cîhanê Gronland a ku di aliyê rêveberiyê de bi Danîmarkayê ve girêdaye, gelê Înuît dijî. Piraniya vê giravê bi qeşayê hatiye dorpêçkirin û tenê li başûr û başûrê rojhilatê wê cihên jiyanî hene. Lê ji ber germahiya global, li giravê cihê cîwarbûnê berfireh dibin .
Piştî helîna qeşayê beriya her kesê şîrketên gaza xwezayî û petrolê li herêmê dest bi lêkolînan kirin. Alîkarê Serokê Komîsyona Ewropayê Antonio Tajani jî diyar kir ku YE li wê herêmê potansiyele mezin a kanzayan dibîne.
Son uydu verilerine göre Grönland’taki buz tabakasının yüzde 97’si erimiş durumda. Bilim insanları birkaç onyıl içinde adadaki maden kaynaklarının ulaşılabilir duruma geleceðini ifade ediyor.
Çavkaniyên madenan ên li Gronlandê ji bo Inuitên ku standardên jiyana wan ji ya welatên Ewropayê kêmtir e, firsendek pir mezin e. Lê Gronlanda ku yek ji hêmanên girîng ên ekosîstema cîhanê ye, xwezaya wê tê talankirin û ev talankirin, nema êdî vedigere.
Lê wer dixuyê ku hikûmeta Gronlandê zêde guh nade van gumanan. Wezîrê Kanzayê yê hikûmeta Giravê Henkir Stendal ji rojnameya Guardian re axivî û diyar kir ku debara wan tenê li ser masîvanî û turîzmê ye û ev yek jî êdî têra wan nake û ragihand ku pêşketinên ji bo lêgerîna madenan, ji bo wan sektoreke nû ye.
Niha li Gronlandê tenê kanek a zêran heye. Li gel vê 5 avadaniyên nû yên kanzayê hene. Li 120 herêman jî lêgerîn tên kirin.
Pispor diyar dikin ku dibe girava di ware zêr, elementên kên têne peydakirin û hesin de pir dewlemend be.