Gerîlayên YJA Starê bang li ciwanan kirin
Gerîlayên YJA Starê diyar kirin, azadî di nava sîstemê de nepêkan e û li dijî êrîşên AKP/Qesrê bang li ciwanan kirin, ku tevlî nava refên PKK û YPS'ê bibin.
Gerîlayên YJA Starê diyar kirin, azadî di nava sîstemê de nepêkan e û li dijî êrîşên AKP/Qesrê bang li ciwanan kirin, ku tevlî nava refên PKK û YPS'ê bibin.
Gerîla Amed û Xûnûs dan xuyakirin, ku dewlet têk diçe û gotin, "Piştî ku gerîla daket nava bajaran, bi êrîş û parastineke topyekûn a bi gel re, em ê dijmin ji Kurdistanê derxînin û Rêberê xwe azad bikin."
Gerîlayên YJA Starê ji ANF'ê re axivîn:
AGIRÎ ARÎN AMED: Di sala 1991'ê de li Amedê ji dayik bûme. Heta emrekî li Amedê mam; bi giranî li derveyî Kurdistanê jiyam. Em malbatek ji Kurdîtiyê dûr ketibûn. Min polîtîkayên asîmîlasyonê zêde fêm nedikir; hîn bêhtir diketim navê. Rewşa gelek ciwanên Kurd jî ev e. Haya me jê nîne bê em çiqasî ji cewhera xwe dûr ketine. Piştî ku min tevger nas kir, min înkariya dijmin li me dike baştir şopand. Ya ku ez hişyar kir, PKK bû. Ji bofêmkirinê jî cihgirtina li nava refên PKK'ê divê. Divê mirov tevlî perwerdeya PKK'ê bibin. Di nava sîstemê de haya mirov jê nîne ku weke jinekê çiqasî kole bûye. Bi feraseta qederê em tevdigeriyan. Eger me hinekî pirtûkên Rêbertî xwendibûna, wê zûtir haya me ji koledariyê çêbibûya û em ê li dij derketibûna. Pêwîste her jin pirtûkên Rêbertî bixwîne, fêm bike bê çi qîmetê dide jinan. Û li gorî wê jiyana xwe destnîşan bike, bijî.
Em îsyanek in û berxwedana me parastina rewa ye. Dema tu êrîş bike, nabe kes li hemberî êrîşê bêdeng bimîne, dest girêdayî bisekine. YPS/YPS Jin derket holê. Li hemberî êrîşên TC li ber xwe didin. Ji vê derê em wan silav dikin. Heta azadiya Kurdistanê em ê li ber xwe bidin. Polîtîkayên reşkirina Kurdistanê hatine destpêkirin, qaşo dibêjin 'teslîm bûne, li hev didin'. Divê kes bi van nexapin. Em bi exlaqa PKK'ê dizanin, em bi hemû şexsiyetên gerîla dizanin. Bila belasebep xwe newestînin.
Piştî ku gerîla daket nava bajaran, bi êrîş û parastineke topyekûn a bi gel re, em ê dijmin ji Kurdistanê derxînin û Rêberê xwe azad bikin.
ROZA XÛNÛS: Li hemberî polîtîkayên tinekirin, înkar û komkujiyê yên dewleta TC di serî de li Nisêbîn, Sûr û Cizîrê dimeşîne, ciwanên kurd li nava refên YPS/YPS Jinê şer dikin û van polîtîkayan têk dibin. Her kes vê dibîne. Yekane tişta li hemberî vê têkçûnê dikarin bikin; bombekirina malên gel û çiya ye. Gel ji cih û warên wan derdixîne. Ji bilî vê, tiştekî dikare bike nîne. Bi ti awayî nikare li hemberî berxwedanê şer bike.
Haya Ewropayê jî jê heye, lê bi temamî bala xwe nadê; haya temamiya welatên Ewropayê ji vê heye. Berxwedanê li cîhanê deng vedaye û polîtîkayên kirêt ên TC di rojeva hemû dewletan de ne. Lê belê ev dewletên cîhanê, ji ber berjewendiyên xwe bêdeng dimînin.
Tecrîda li ser Rêberê me dewam dike; ev saleke agahî jê nîne, heyet nikare wî bibîne. Li hemberî van hemûyan, di serî de jin û ciwanên Kurd divê her kes tevlî nava refên YPS/YPS Jinê bibin. Em li benda wan in ku berê xwe bidin çiyayê azad. Em hemû berxwedêran silav dikin û dibêjin, heta dawiyê em bi wan re ne.