Gerîlayê TÎKKO Tekgoz hate definkirin

Gerîlayê TKP /ML TÎKKO Mûrat Tekgoz (Riza) ê êvara 6’ê Gulanê di şerê li Dersîmê de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Gulmez a Elezîzê hate definkirin.

Gerîlayê TKP /ML TÎKKO Mûrat Tekgoz (Riza) ê êvara 6’ê Gulanê di şerê li Dersîmê de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Gulmez a Elezîzê hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê TKP /ML TÎKKO Mûrat Tekgoz (Riza) ê êvara 6’ê Gulanê di şerê li bejahiya gundên Bornek û Dest ên herêma Askesor a Dersîmê de jiyana xwe ji dest da, ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û anîn Mala Cem a Elezîzê. Cenazeyê Tekgoz di bin zextên polîsên Tirk de li Goristana Gulmez a Elezîzê hate definkirin.

Malbata Tekgoz a ji aliyê polîsan ve rastî gefên “Eger hûn alayan vekin, dirûşmeyan berz bikin, em ê nehêlin hûn defin bikin” hatin, xwestin cenaze bi awayekî bêdeng definbikin. Hevalên Tekgoz ên ji derveyî Elezîzê hatin nehiştin malbat bi awayekî dizî cenaze defin bikin. Girseya li goristanê kom bû dowîzên ku wêneyên gerîlayên TÎKKO’yê li ser in rakirin, dirûşmeyên “Hevrê Mûrat BêMirin E” û “Şehîdên Şoreşê BêMirin E” berz kirin.

Piştî karên definkirinê, ji aliyê Malbatên Partîzan, Malbatên Şehîd û Girtî yên Partîzan daxuyanî hat dayîn, hate diyarkirin ku li beranberî êrîşên dewletê wê bi paş de gavan navêjin û têkoşînê mezin bikin.

Piştî karên definkirinê, li gora Tekgoz wêneyên wî hatin daliqandin û dûvre girse belav bû.