Gerîlayê HPG’ê Arikan spartin axê

Bi hezaran kes, beşdarî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Arikan Karaman (Munzur Karayazi) bûn û li navçeya Qereyaziya Erziromê bi dirûşman defin kirin.

Bi hezaran kes, beşdarî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Arikan Karaman (Munzur Karayazi) bûn û li navçeya Qereyaziya Erziromê bi dirûşman defin kirin.

Di 3'ê Îlonê de li navçeya Aralik a Îdirê şer derket û di şer de gerîlayê HPG'ê Arikan Karaman (Munzur Karayazı) jiyana xwe ji dest da. Malbatê piştî otopsiyê cenazeyê Karaman ji Morga Nexweşxaneya Erziromê wergirtin û anîn navçeya Qereyaziya Erziromê. Girseya di navde Wekîla HDP'ê Seher Akçinar, Şaredariya Qereyaziyê, endam û rêveberên HDP, DBP û MEYA-DER jî hebûn, li gundê Ava Zirav, ya Qereyaziyê kom bûn. Bi hezaran welatiyan darbesta Karaman danîn ser milê xwe û bi dirûşman heta goristana gund meşiyan.

Hevserokê DBP'a Qereyaziyê Salîh Alatay, anî ziman ku mehek e li Kurdistanê sivîl tên qetilkirin û şehîdên wan ji bo ku Kurd aram bijîn xwe feda dikin. Bavê gerîlayê HPG'ê Karaman Seyîthan Karaman jî girse silav kir û wiha got: "Munzur ji bo me canê xwe feda kir. Ev ne tenê şehidê min e. Şehîdê çar parçeyên Kurdistanê ye."

Wekîla HDP'ê ya Erziromê Bayar jî anî ziman ku her dem li gel malbata Karaman in û wiha axivî: "Her roj agir dikeve mala Kurdan. Gele Kurd hem li dijî kuştina gerîla û hem jî li dijî kuştina leşkeran di îsyanê de ye. Em dixwazin demek berî demekê ev şerê qirêj bi dawî bibe. Ez weke wekîlekê bang li dayikên leşker û gerîla dikim. Ez dibêjim ez ê her dem li gel we bim û hûn jî her dem li dijî şer derkevin."

Girseyê piştî cenaze defin kir bi girseyî çûn taxê û sersaxî ji malbatê xwestin.