Gerîlayê HPG’ê Akkûş ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Muhammed Akkûş (Çiya Gabar) li Sêrtê ji aliyê hezaran ve hate definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Muhammed Akkûş (Çiya Gabar) li Sêrtê ji aliyê hezaran ve hate definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Muhammed Akkûş (Çiya Gabar) li Sêrtê ji aliyê hezaran ve hate definkirin.
Cenazayê gerîlayê HPG’ê Muhammed Akkuş (Çiya Gabar) ê 1'ê Îlonê li herêma Besta ya Şirnexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê hate definkirin. Bi sedan welatiyên ku di nav de parlamenterên HDP'ê Hatîce Sevîptekîn û Kadrî Yildirim jî hebûn li Pira Xêrtê cenaze pêşwazîkirin û bi konvoyê anîn Mizgefta Abdurrahîm Sancak a Sêrtê. Piştî wecîbeyên olî cenaze bi dirûşman anîn Goristana Şêx Mûsa.
Piştî rêzgirtinê bavê Akkûş, Îsmaîl Akkûş axivî û kesên hatin merasîma cenaze silav kir û nirxandina "Ev tenê ne şehîdê me ye, şehîdê hemû Kurdistanê ye" kir.
Parlamenter Yildirim jî anî ziman ku agirê bi dilê malbata Akkuş ketiye bi dilê hemû gelê Kurd ketiye. Yildirim wiha got: "Balkêş e hem malbatên gerîla hem jî yên leşkeran 'şehîd namirin' dibêjin. Êdî ev şer ji bo kê tê kirin hemû kes dibînin. Yen ku berê digotin bila welat sax be êdî dibêjin ev ne şerê welat e, şerê qesrê ye."
Yildirim destnîşan kir ku heta dayikên gerîla û yên leşkeran bi hev re ji şer nebêjin "na" ne Kurd ne Tirk ne jî gelên Rojhilata Navîn wê negihîjin aramiyê.
Piştî axaftinan cenazeyê Akkûş bi dûayan hate definkirin û gel ji bo sersaxiyê derbasî konê sersaxiyê yê li Taxa Conkbayirê hat vedan bûn.